Ji ber wêneyê Sakin, Fidan û Leyla parkir hat darbkirin û ji kar hat derxistin
09:50
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA – Hevva Ozer ya di dezgahek tayîbet ya navçeya Serik ya Antalyayê de dixebite ji ber wêneyê 3 jinên di 9’ê Çile de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ser medyaya xwe ya civakî de belavkir ji kar hat avêtin. Hevva hem rastî şideta mudurê dezgaha lê dixebitî hat û hem jî ji kar hat derxistin.
Di tekoşîna jinên kurd de sê navên weke sembol hatîn nîşandan Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya sala 2013’an de li Parisê hatin qetilkirin. Di salvegera qirkirina Parîsê de ji ber Havva Ozer li ser medyaya xwe ya civaki wêneyê 3 jinên bûne sembola berxwedana jinan belav kir rastî êrîşên nijadperestî hat. Berî niha 20 rojan Havva ji taxa Geziyê ya Stenbolê ji bo kar çuye Antalyayê. Havva di dezgeha bi navê On The Beach ya li taxa Serik ya Antalyayê dest bi kar kir. Li gorî gotina wê we ji ber hewil dida hînî gotinên kurdî bibe û muzîkên kurdî guhdarî dikir Havva ji aliyê mudurê xwe yê dezgahê Cuneyt Ç. ve rastî bêmafiyên devki hatiye. Paşê jî dema mudurê Havva Cuneyt Ç. li hesabê wê yê Facebook ê dinêre wêneyê 3 jinên şoreşger Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parisê hatine qetilkirin belav kiriye. Hava ji ber van helwestên xwe rastî şideta mudurê xwe hat û ji kar hat avêtin.
Ji ber bi kurdî axivî rastî bêmafiya devkî hat
Tuştên ku Havva Ozer jiyan kirî wiha anî ziman: “Ev nêzî 20 rojane ez li Antalyayême. Ez li otela ji bo xebatkaran hatî veqetandin de dimînim. Ev qas dem ali vêderê mama ez rastî tu bêmafiyên devkî nehatime. Hevalek min ya jin ya em bi hev re dixebitin heye. Ev hefteyeke mereqek ya hînbûna zimanê kurdî bi hevala min re çêbûye û ez jî alîkarî didimê. Bûyeran jî wiha despêkir.” Havva da zanîn k udi nava karê wê dezgayê de tenê kurd ewe û ji bo hînbûna zimanê kurdî dema hevalên wê alîkarî dixaze ew jî hewil dide bi wan re bibe alîkar û wiha got: “Gotinên weke çiye ew Havva kurdî hînî we jî dike? Ji bo hevalên min dihatin gotin. Min çend peyîvên kurdî hînî hevala xwe kir. Ji ber wê dixwest min wê hîndikir. Duh li cihê ku em ji bo bêhindanê rawestabûn, min jî ji bo wê muzîkek kurdî vekir. Hema mudur ket hindir, gelek gotinên giran got û hema xwest ez wê muzîkê bigirim. Min jî pirskir ji ber deng çuye hindir hun dixwazin ez muzîkê bigirim? Lê bersiva min got: ‘Li vêderê tu nizanê zimanê kurdî qedexeye?’ Hem de ev bi zimanek pir hişk û dengek bilind got. Min jî bi gotinên pêdivî bi wê qêrkirina we nake, kê ev qedexe daniye dê qedexe me asteng neke bersiv da.”
Kesê mudaxeleyî şidetê nekir
Havva ya ku bûye mexdurê gotinên zayendiyên mudurê xwe yê kar Cuneyt Ç. Paşê jî mudurê wê Facebook a wê nêriye dema ku dîtiye wêneyên 3 jinên şoreşger Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez belavkiriye vê carê jî rastî xebarên xirab, bêmafî û şidetê hat. Havva girêdayî şideta ser wê hatiye kirin wiha dibêje: “Duh ketiye Facebooka min li wêneyên min par kiriye mêza kir. Ez li Stenbolê çobûm mitîngekê hem wêneyê wêdemê û hem jî wêneyên 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin min par kiribû. Dema wana dibîne ji bom in xeberan dide û dibêje ‘Te dît me her 3 jin qetilkirin.’ Ji bo nijada min û alaya min jî xeber da. Min tehmula van hemûyan nekir û ji bo ez tuştên xwe bigirim û derkevim ez daketim oda kinc guherînê. Li her derê kamera heye, lê di odeyan de nîne. Dema kum in tiştên xwe komdikir mudurê min hat ket hindirê odê û l imin xist. Dema kul i min dixist jinek din ya mudur jî gotinên weke ‘Êdî ji destê we kurdan bese we leşkerên me kuştine, hun terorîstin’ digot. Li derdora me gelek mirov hebûn lê kesê nedigot hun çi dikin. Hevala min ya kurdî hîn dibû jî mudaxele nekir.”
‘Komutanê min terorîstê li ku bigirim’
Havva destnîşan kir ku mudur li cihê qemera neyî li wê xistiye û wiha berdewam kir: “Dema kul i min dixist ez derketim ji derve. Ez li benda hevalê min tiştên min bîne sekinîbûm. Di wê navberê de mudur li komutanê leşkerî digeriya û digot ‘Komutanê min li vêderê teroristek heye em çilê bikin, li kuderê bigirin û qepat bikin? Min van hemû dibihîst. Piştî van gotinan bêyî ez tiştên xwe bigirim hema ji wê dur ketim. Wê demê min xwest li gel polîsan şikayêt bikim, lê ji ber ez difikirîm ku dê min sucdar derxînin min serlêdan nekir. Hem de ji xwe Serik cihê nijadperestane. Ezê dest ji vê bûyerê bernedim, ji ber wan êrîşî min kir. Dema ku êrîşî min kirin jî ez bi tenê bûm û kesê ji wan re tuştek negot.”
(zt)

