'Tenê hêviya me YPG/YPJ ye'

10:00

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê de dimînin tenê hêviya wan vegera Kobanê û mizgîniya ji YPG/YPJ'ê bê ye. Welatiya bi navê Hedlê Xelîl bi lêv kir ku di bin bindestiyê, bindestiyê dikşînin û wiha got: "Ne mal ne xwarin, em naxwazin ji derveyî Kobanê em tiştek din naxwazin. Tenê hêviya me YPG/YPJ ye"

Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 118'an de dewam dike. Operasyonên paqijkirinê yên şervanên YPG/YPJ'ê tax bi tax bi hemû germahiya xwe dewam dike û gelek taxên Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin. Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê de dimînin tenê hêviya wan vegera Kobanê û mizgîniya ji YPG/YPJ'ê bê ye. Bi taybet welatiyên li konbajarên AFAD'ê yên li YÎBO'ya Pirsûsê dimînin bi çar çavan hêviya vegerê ne. Ji ber ku jiyana konbajarên AFAD'ê gelek zehmete welatî li van konana bê aramî dijîn û ji peywîrdarên konbajarê AFAD'ê bi gazinc in.

'Heya dawiyê me tekoşîn kir'

Welatiya bi navê Hedlê Xelîl (60) anî ziman ku di bin bindestiyê, bindestiyê dikşînin û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî welatê me kirin, me li ber xwe da û heya dawiyê me ji bo welatê xwe tekoşîn kir. Ji ber ku rewşa Kobanê ket xetereyê li ser daxwaza hevalan em hatin Pirsûsê. Dema em hatin cih li cem hevalan tune bû û em neçar man li konbajarê dewletê bi cih bibin. Ne xwarina wan xwarin ne jî konbajarê wan em di nava şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Em hemû nexweş ketin li vê derê. Ji me re dibêjin 'nayê hesabê we nestînin. Ji wan re bi trilyonan pere tê lê heta niha me tiştek ne dîtiye. Em bi şev ji sermayan nikarin rakevin. Betaniyên wan nayê bikaranîn. Dema em nexweş dikevin, bijîşk me ji ser serên xwe diqewirîne. Hevserên min ev bi mehan nexweş e û tu kes lî vî mêze nakin."

'Em kon û xwarina wan naxwazin'

Hedlê da zanîn ku êdî tiştekî ji dewletê naxwazin û got ku ji bilî Kobanê û axa xwe tiştek din naxwazin û wiha domand: "Em bawerin rizgariya Kobanê nêz e. Ji ber vê yekê em dixwazin rojek ji berî rojê biçin Kobanê. Dewlet jî baş dizanin azadiya Kobanê nêzê û naxwazin em biçin Kobanê. Ji ber vê yekê qaşo ji bo me konbajarek nû çêdikin. Em konên wan, xwarinan wan, ava wan û tiştekî jî ji wan naxwazin. Êdî em Kobanê dixwazin. Ez ê xwe bi qurbana heriya welatê xwe bikim. Êdî bes e. Li ser vê rewşa me ne bes, em êdî dibin vê pêneberiyê de em bindestiyê dikşînin."

'Ez dixwazim li ser axa bimrim'

Hevserê Hedlê, Hemedê Farîs (75) jî bi heman gilî û gazincên xwe anî ziman û derbarê welatê xwe bi hêviya Kobanê de di nava kelogorî de ne û ev tişt anîn ziman: "Me çi bi çeteyên DAIŞ''ê kiri bû? Ji bo çi, ma çi gunehê me heye? Li ser navê Îslamiyetê serê mirovan jê dikin. Me heta niha serê mirîşkekê jê ne iriye. Ji me re dibêjin 'hûn kafirin' em baş zanin kafirin kî ne. Em ji welatê me koçber kirin. Çi mafê wan li me hebû? Em welatiyên Kobanê tu neheqiyên me tu carî li kesî nekiriye. Em nav halê xwe dijîn. van tiştên em dikşînin ne bes e dîsa jî dewleta Tirkiyeyê bi vî awayî nêz dibe. Em dixwazin bilez biçin welatê xwe û ji vê zilmê rizgar bibin. Tu cîh nebe wek welatê me. Ez dixwazim li ser axa bimrim."

(kom/zt)