Şanoger: Cara yekeme bêhna min li Pirsûsê derket

10:06

 


JINHA


RIHA - Hunermendê Şanoya Dewletê yê Enqere Can Guvenç li konbajarên Pirsûsê bi dildarî xebite diyar kir ku ji ber wî alîkariya kobaniyan kir yekemîn car bêhna wî derketiye û banga xwedîderketinê li her kesî kir.

Ji her derdorê welatî ji bo alîkariya welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê bikin tên Pirsûsê. Ji van kesên hatin yek jî hunermendê Şanoya Dewletê yê Enqere Can Guvenç e. Can bi dildarî li Pirsûsê dixebite û hemû karên jê re tên dayîn dike. Can piştî li konbajarên “Kobanê”, “Rojava”, “Suphî Nejat Agirnasli”, “Kader Ortakaya” û “Arîn Mîrkan” xebitî li konbajarê li gundê Kulunçe hate avakirin ê bi navê "Şehîd Gelhat" de jî xebitî. Can bang li hemû kesî kir ku bên Pirsûsê.

‘Yekemîn care bêhna min li vir derket'

Can diyar kir ku ji Enqere bi armanca piştevaniya Kobaniyan hate Pirsûsê. Can anî ziman ku li Pirsûsê ket sala nû û di jiyana xwe de sersala herî bi wate pîroz kir û wiha got: "Bi dost û Kobaniyan re bûn gelek xweşik e. Li Enqere her tim Kobanî di hişên min de bûn û ez li ber xeniqînê bûn. Li vir bêhna min derket." Guvenç balkişand ser şerê li Kobanê berdewam dike û wiha axivî: "Dehbeyên şiklî mirovan didin ên DAIŞ'ê hene. Dixwazin bikevin Kobanê. Welatiyên Kobanê ji ber komkujiyê reviyan hatin vir. Bi van kesan re bûyîn tişteka herî xweşik e. Ez weke welatiyekî hatim vir. Berxwendana Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê ye û dê qezenc bike. Şertên zivistanê Kobaniyan gelek dide zorê. Divê hemû kes a ji destê wan tê bikin."

‘Werin hewcehî heye'

Can bang li hemû kesên baldar kir ku bên piştgiriyê bidin Kobaniyan û wiha axivî: "Hewcehî bi moralê hene. Gelek karê bên kirin li vir hene. Şaredariya Pirsûsê ya ji destê wê tê dike. Lê saziyên fermî gelek qels in. Divê pirsgirêka wargehan a ceyranê demildest bê çareserkirin. Divê şaredariya bajarê mezin hewcehiyên binsazî û avê pêk bîne. Werin em li vir bi hev re bin û ji ber ku hewcehî heye."

(zt)