5’emîn Mîrecana kurtefîlmên kurdî ya Yilmaz Guney berdewame

10:09

 


JINHA


ÊLIH – Mihrecan kurtefîlmên kurdi ya Yilmaz Guney di roja 5’emîn de bi coşek mezin berdewam dike. Plaketên Mîhrecanê ji aliyê  Guzide Putun Sayil û xwîşka Yilmaz Guney ve hatin belavkirin.


Di  roja 5’emîn ya Mîhrecana Kurtefîlmên Kurdi ya Yilmaz Guney de 7 fîlmên sînemayê hatin pêşandan. îsal mêhrîcanê dibin diruşma Şengal Şemala Cîhanê ye de despêkir. Fîlmên ku di roja 5’emîn de li Salona Sînemê ya Yilmaz Guney hatin pêşandan  ji aliye bi sedan welatiyan ve hatin temaşekirin. Plaketên Yilmaz Guney ji aliyê  Guzide Putun Sayil, Cîgira Hevşaredrê Êlihê Semra Güneş û Nivîskar Dicle Anter ve li derhêneran hatin belav kirin.


Kurtefîlmên Kêl yê derhêner Cenk Ortulu, Ziazen ya ku derhunera wê Derya Durmaz, Seven Stone ya Fatemh Dasmart, fîlmê bi navê Welat yê Nezîf Çoşkun, Cennet Meyvesi Nar  yê derhuner Taimour Ghaderi, Dayi fîlmê Mehmet Yamak- Muhammet Ateş û fîlmê bi navê Dondurma yê Serhat Karaaslan  hatin nîşandan.


Herwiha fîlmên “ Were Dengê min” yê derhêner Huseyn Kerebey hat nîşandan. Bi beşdariya lîstikvanê kevin Kadir Înanir filmê wî yê bi navê “katircilar” yê derhêner Şerîf Goren hat pêşindan. Fîlim rastî elaqeyek mezin hat û Salona Sînemê ya Yilmaz Guney hat dagirtin.


(şh/zt)