Zarokên Kobanê fîlmên karton temaşe kirin

10:23

 


JINHA


RIHA - Xwendekarên zanîngehê yên ji Koreya Başûr û Dîlokê hatin Pirsûsê, ji bo travmaya bi serê zarokê Kobanê pêk hatin sivik bikin, li Konbajarê Arîn Mîrkan fîlmê karton nîşan didin.

Ji bo zarokên kobanî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi malbatên xwe re hatin Pirsûsê û li wargehan bi cih bûne, fîlmê karton hat nîşandan. Xwendekarên zanîngehê yên ji Koreya Başûr û Dîlokê hatin Pirsûsê û di bin sîwana Navenda Çand û Hunerê ya Amara de dest bi xebatan kirin. Xwendekaran bi zarokên li Konbajarê Arîn Mîrkan hatin cem hev. Fîlmê karton ê li Konê Çand û Hunerê yê Delîla hat nîşandan, rastî eleqeyeke zêde ya zarokan hat. Xwendekara Zanîngeha Dîlokê Jînda Dogan derbarê xebatên xwe de agahî da û anî ziman ku ew dixwazin bi vê yekê re travmaya li ser zarokan sivik bikin.

'Bû moraleke baş'

Jînda diyar kir ku ew bi dildarî hatiye, beriya niha jî hatibû Pirsûsê û kengî firsendê dibîne ji bo zarokên Kobanê tê. Jînda da zanîn ku ligel nîşandana fîlmê karton ew bi zarokan re lîstikan jî dilîzin û wiha got: "Berê jî dema em hatin, me bi zarokan re lîstik lîstin. Bi hev re stran gotin. Bû moraleke baş. Cara yekemîn e me fîlmê karton bi xwe re anîn."

(zt)