Şahidiya hevkariya çeteyên DAIŞ'ê û leşkerê tirk kir
10:38
JINHA
RIHA - Welatiyê bi navê Ebdo Muslim diyar kir ku wî sewqiyata çeteyên DAIŞ'ê ya ji Girê Spî dihat dît û ji bo şahidiyê têkiliya çete û leşkerên tirk a hevkarî û sewqiyata çekan nekin ew bi zora çekê ji herêma navber a sînor derxistin.
Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di roja 119'an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajarê Kobanê û li derdora wê bi operasyonên paqijiyê derbên giran dixwin, di her firsendê de bi hêz û çekên xwe yên nû yên tînin herêmê êrîş dikin. Çeteyên DAIŞ'ê gundên Kobaniyan ji ber tirsa komkujiyê vala kirine weke rêyên veguhastina hêz û çekan bi kar tînin. Çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî ji Girê Spî hêz û cebilxaneyê nû tînin û dixwazin bigihêjînin Kobanê.
Sewqiyata li nêzî herêmên sînorê Tirkiyeyê pêk tê her tim rastî bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê rast tê. Welatiyê bi navê Abdo Muslim ê ji gundê Eyho yê Kobanê derbasî gundê Perepere yê serxetê bûyî şahidiya vê sewqiyatê kir. Abdo têkildarî mijarê de wiha got: "Îro danê sibehê ji aliyê Girê Spî me dît ku wesayîtek ji tankan ber bi Kobanê ve diçe. Ev veguhastin li rojhilatê Kobanê ji aliyê Girê Spî di ser gundê Qeremoxê, li ser rêya gundên Elîşar, Kîkan, Mîzûrdavûtê ber bi navenda bajarê Kobanê ve hat kirin. Ji xwe avahiya dibistanê ya li gundê Elîşarê veguheriye nexweşxaneyeke çete lê tên tedawîkirin." Abdo anî ziman ku beriya niha bideh rojan ew li qada mayinkirî ya di bin kontrola leşkeran de li ber wesayîta xwe bû û diyar kir ku ev veguhastin ligel balafirên şer ên koalîsyonê jî tê kirin. Abdo wiha got: "Li hemberî gundên Qeremox, Eynbet û Heyho yên çete bi giranî lê ne û ji van deran veguhastinê dikin, heta niha êrîşeke hewayî nehatiye kirin."Ji vir derbikevin herin. Ji canê we qîmetir nîn e" û wiha got: "Çeteyan piştî ku ji me re gotin, 'Ev wesayîtên me ne ji vir biçin, vê derê vala bikin' hem herêma wesayît lê bûn hem jî gundê Perepere gulebaran kirin. Ji ber vê gulebaranê bi sedan gule li gundê Perepere ketin. Jinek birîndar bû. Di dema êrîşê de leşkeran xwe vekişandin û lê temaşe kirin. Piştî ku herêm bi temamî hat valakirin, leşker û çete êvarê bi hêsanî tên cem hev."
(zt)

