Li Guwêr û gundên derdorê şer bi dijwarî berdewame
11:20
JINHA
MEXMÛR - Li Giwêr û gundê Sultan Ebdula bi hemû dijwariya xwe şer berdewame. Şerê ku danê sibê di saet 03.00’an de destpê kirî hê jî berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê du caran êrîşê gundên Daqûqê kirin, rastî bersivdana hêzên HPG û YJA Starê hatin. Li Giwêr jî gêrîllayan êrişî eniyên DAIŞ’ê kirin.
Li gorî agahiyan li bajaroka Giwêr navçeya Mexmûrê ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Federala Kurdistanê şer bi dijwarî berdewame. Li gundê Sultan Ebdulah danê sibehê saet 03.00’an de şer di navbera hêzên HPG, YJA Star, Pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de derketiye. Şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Ji şevê din û vir ve çeteyên DAIŞ’ê du caran êrîşî gundên Zankird, Kakaiyan, Waadê, Esrê û Kobanê yên Daqûqê kirine.
Êrişên DAIŞ’ê rastî bersivdayîna hêzên gêrîlla û pêşmergeyan hatine û hatine şikandin. Ji ber berxwedana hevbeş çete neçar mane ku paşde vekişin. Li gundên Sultan Ebdulah, Zankird, Waadê, Esrê û Kobanê şer bê navber didome. Li Giwêr 4 jê emîr û bi giştî zêdetirî 40 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin. Herwiha li gundên Zankird, Waadê, Esrê û Kobanê jî gelek windahiyên çeteyan hene û hê jî hêjmara kuştiyên wan nayê zanîn.
(zt)

