Li Rihayê 20 kesên serbest hatin berdan
11:33
Çile
11
/ 2015
JINHA
RIHA - Ji 22 kesên li Rihayê hatin binçavkirin 20 serbest hatin berdan.
Li Rihayê duh piştî meşa bi navê "Mêtingeriyê bavêje taxên azad ava bike" polîsan êrîş li kesên dixwazin konê "Înşaya jiyana demokratîk" kirin û jê 5 zarok 22 kes binçavkirinbûn. Ji 22 kesên hatin binçavkirin 20 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê serbest hatin berdan.
Du kesên bi navê Yusuf Aslan û Muhamet Gulser jî hêj li midûriyeta polîsan tên girtin.
(zt)
