Kobanê ji berfê xemilî

11:35

 


JINHA


KOBANÊ - Li Kobanê ku berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 119'an de berdewam dike, ji ber berfa duh êvarê bariya, kolan û çeperên berxwedanê spî bûn.

Berfa duh bi şev li Kobanê bariya, kolanên bajêr û çeperên berxwedêran spî kir. Li gel serma û berfê jî duh bi şev, şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê çalakî li dar xist. Berxwedêrên li eniya rojava, çeperên xwe yên ji ber berfê spî bûne, bi biryardariyeke mezin diparêzin.

Li vê eniyê şervanê YPG'ê Kanîwar Kobanê ji me re axivî û wiha got: "Em kobanî, serma û seqem jî hebe, berf jî bibare heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bajarê xwe biparêzin."

(zt)