Ji jinên kurd yên hunermend berxwedana çar aliyan
11:49
JINHA
DUHOK – Ji çar aliyê Kurdistanê jinên hunermend û şanoger berxedana jinên kurd ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê guhastin ser dikê. Dê şanoya bi navê ‘Jinên çavên rê’ li Duhokê bê pêşandan.
Ji çar aliyê Kurdistanê jinên 9 hunermend û şanoger li hev kombûn û berxwedana jinên kurd ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê daxistin ser dikê. Şanoya bi navê “Jinên çavên rê” ya ku çîroka 7 jinan kiriye mijara xwe ji aliyê her 9 şanogerên jin ve hatiye amadekirin. Dê şano li Salona Şanoyan ya Zanîngeha Duhokê ya Herêma Federala Kurdistanê bê pêşandan. Piştî Duhokê dê lîstok lig elek bajarên weke Hewlêr, Silêmaniyê, Amed, Stenbol û gelek bajarên Ewrupa jî bê pêşandan.
(zt)

