Şengalî di çiyan de li gel şertên zivistanê yên zor dijîn
12:28
JINHA
ŞENGAL - Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêma Şengalê kirin, 12 hezar welatiyên Êzidî ji ber hovîtiya çeteyan neçar man koçberî çiyayê Şengalê bibin û li wê havînê dibin germa havînê de derbas kirin. Lê bi hatina zivistana sar re êşa koçberên Şengalê zêde bû, tevî vê yekê jî şengaliyan dest ji çiyayên Şengalê bernedan. Ji bo ku vegerin Şengalê xwe bi rêxistin dikin û rêveveriya xwe ava bikin. Ew serkeftinên hêzên kurdî dişopînin.
Piştî çeteyên DAIŞ’ê herêma Şengalê di 3’yê tebaxa 2014’an de dagir kirin, çeteyan der heqê kurdên Êzidî de kiryar û komkujiyên nemirovahî pêk anîn. Bi hezaran welatiyên Êzidî ji ber hovîtiya çeteyan neçar man ji malên xwe derbikevin. Hinek koçberî Başûrî Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û hinekî jî koçberî bakurê Kurdistanê bûn. Lê hinekan dest ji Şengalê bernedan tevî rewşên zehmet û êşên şert û mercên jiyanê havîna xwe di bin tava germ de derbas kirin. Lê bi zivistana sar re û barîna berf û baranê re rewş zehmetir bû.
Zêdetirî 12 hezar Êzidî li Çiyayên Şengalê, Karisî, Mîra û Baro di konan de dijîn. Konên ku niha têde dijîn jî bi alîkariya korîdaora mirovahiyê ya ku hêzên Kurdan yên hevbeş vekir û kon gîhandin wan de jiyan dikin. Lê bi hatina zivistanê re van kona ti sûd li wan nekir û ew ji serma û seqemê neparastin. Êşeke din kete ser êşa wan.
Koçberên Şengalî yên li çiyan jiyana xwe bi tiştên heyî û alîkariya ku digihêje wan derbas dikin. Ava xwe jî ji bîrên ku hêzên Kurd yên hevbeş ji wan re kolandine digirin û bi riya hestiran avê ji kaniyan digihînin xwe. Jinên koçber nanê xwe jî bi tenurê çêdikin. Xwerina xwe li ser paporên ku li ser gazê dixebitin di metbaxên ku ji kevir û baniyê wê bi laylon girtine de amade dikin. Her wiha koçber ji pez, bizin û mirîşkên bi xwe re anîne û tîmar dikin jî sûd digirin. Di aliyê xweparastina ji sermaya zivistanê koçber êzingan ji derdora kampê kom dikin û di amadekirina nan, germkirina avê û xweşuştinê de bikar tînin. Koçber gazincên kêmbûna madeya qazaxiyê ya ku bo paporan bi kartînin dikin.
Koçberan diyar kirin ku tevî rewşa zehmet û jiyana di konan de lê ew tu carî dest ji çiyayê Şengalê bernadin û wiha gotin: “Her çiqas êşa me zêde be em tu carî axa pîroz terk nakin. Heta ku Şangal rizgar dibe. Ji bo ku em dûrî axa bav û kale xwe nekevin, em amadene zivistanê di bin serma û seqemê de tehmûl bikin.”
(zt)

