Ji berxwedêrên Kobanê re silava roja 119'emîn şandin
12:29
JINHA
RIHA - Bi sedan welatiyên li gundê Mehser û Miseynterê nobetê didomînin bi zincîra mirovan ji Kobanê re silava roja 119'emîn şandin.
Li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedana bi pêşenrgiya YPG û YPJ'ê didome bi operasyonên paqijkirinê ve berdewam dike. Çalakiyên nobetê yên li xeta sînor ligel hewaya sar bi biryarbûnê didome. Mehser û Miseynterê bi sedan kesan zincîra mirovan pêk anîn û silava raja 119'an şandin. Çalakgerên nobetê berê xwe dan Kobanê û bi rêzgirtinê sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin û dirûşmên "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" "Bijî berxwedana Kobanê" "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" berz kirin.
Piştî çalakiya nobetê welatiyan li gundan paqijî kirin.
(zt)

