Dayîka Fatma Kara jiyana xwe jidest da
13:05
JINHA
MEXMÛR - Dayika Fatma Kara ya li wargeha Ş. Rustem Cûdî jiyan dikir çavên xwe li jiyanê girt.
Dayika Fatma Kara (1944) a ji gundê Hîlal ê navçeya Qilaban Şirnexê di sala 1993'an de ji ber zordariyên dewleta Tirk neçar mabû cih û warên xwe biterikîne û derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû. Dayika Fatma ya 24 salên temenê xwe li penaberiya li ser axa xwe derbas kir, du kurên xwe di oxira têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de fedakir. Kurên dayîka Fatma Berxwedan Goyî di sala 2001'ê de û Kamûran Goyî jî di sala 2010'an de li nava refên gerîla, di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan.
Serdanên sersaxiyê li konê li ber mala wê ya li wargehê hatiye vedan, tê qebûlkirin.
(zt)

