Li Pakistanê di qezaya otobûsê de 57 kes mirin
13:29
Çile
11
/ 2015
JINHA
PAKISTAN - Li herêma Şikarpûr a bajarê Karaçî yê Pakîstanê otobûs û tankerê li hev dan û di encamê de 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan li Herêma Şikarpûr a bajarê Karaçî yê Pakîstanê qezayek çêbû û di encama qezayê de 57 kesan jiyana xwe jidest dan. Li gorî agahiyan otobûs û tankerekê li hev dane piştî qezayê agir bi tankera petrolê ketiye û rêwiyên ku nekarîne ji otobûsê derbikevin, şewitîne û jiyana xwe ji dest dane.
(zt)

