Şervanê YPG'ê Osman jiyana xwe ji dest da

17:09

 


JINHA


RIHA - Şervanê YPG'ê Osman Alî Dêmo (Ebû Şoreş) ê ku di berxwedana Kobanê de birîndar bû li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG'ê Osman Alî Dêmo (Ebû Şoreş) ê ku di berxwedana Kobanê de birîndar bû û hefteya borî ji bo dermankirinê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Osman yê ku şevê din jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbata wî ya ku li Konbajarê Arîn Mîrkan dîmîne ve hate wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Osman bi dirûşman anîn Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. 

Cenazeyê Osman ji bo li Kobanê li Goristana Şehîdan a Kobanê bê definkirin teslîmî rayedarên Saziya Malbatên Şehîdan hate kirin.

Hat zanîn ku Osman zewicîbû û bavê 7 zarokan bûn.

(zt)