Rejîma Îranê êrîşî welatiyên Urmiyê kir û 15 kes birînar bû
17:40
Çile
11
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Dol a bajarê Urmiyê di navbera hêzên leşkerî ên rejîma Îranê û welatiyên sivîl de şer û pevçûn çêbû û 15 kes birîndar bûn.
Li gor şahidên bûyerê, hêzên leşkerî ên rejîma Îslamiya Îranê, beriya niha bi çend rojan xwestine ava vexwarina gundê Delo Derbend a navçeya Dol a bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê veguhêzin cihek din lê gund ratî nerazîbûna welatiyan hatine. Gundiyên gundê Delo Derbend dema nerazîbûn nîşandan rastî êrşîtên rejîma Îslamiya Îranê hat, di encamê de şer û pevçûn derket û 15 kes hatin birîndar kirin.
(zt)

