Şêwekar Sumbul: Divê di Modayê de têgiha xweşikbûnê bê redkirin

10:24

 


Zeynep Dicle/JINHA


URMİYE – Şêwekara kincan Sumbul Şucai ya ji Rojhilatê Kurdistanê ser cil û bergên kurdî tez amade dike. Sumbul diyar kir ku dema ew li dîrokê dinêrin şêwekarên herî baş yên îlham ji xwezayê girtine jinên kurdin. Sumbul da zanîn ku divê têgiha madern ya ‘xweşikbûnê’ neyê pejirandin, ji ber maderniteya kaputelîst bi van têgihan jin kole kirine.


Şêwekara kincan a Rojhilatê Kurdistanê Sumbul Şucai girêdayî cil û bergên kurdî li Zanîngeha Şîraz ê tez amade dike. Sumbul destnîşan kir ku jinên kurd ji erdnîgariya kurdistanê îlham digirin û wiha reng didin çêkirina kincên kurdî. Sumbul anî ziman ku her jinek kurd di heman demê de şêwekare û  got: “Em nikarin di şêwekariya jinên kurd de kêmaniyê bibînin.” Sumbul derbirî ku şêwekariya weke made niha li tevahiya cîhanê tê karanîn ziyanê dide benden û giyana jinan. Sumbul diyar kir ku divê li hemberî modeya heyî alternatîfek ya jinan hebe.


‘Ji xwezaya Kurdistanê îlham girtine’


Sumbul tayîbetî ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sîne, Mahabad û Urmiye teza xwe amade dike. Sumbul balkişand ser şêwekariya jinên kurd û wiha domand: “Ez di lêkolîna xwe de ketim di zanabûna berê her jinek kurd di heman demê de şêwekarbûye de. Mirov nikare di tu kincên wan çêkirine de kêmaniyê bibînin. Jinên kurd li gorî hest û estetîkê kincên xwe çêkirine û li xwe kirine. Kincên jinên kurd li gorî şertên demê li xwe kirine. Jinên kurd ji xwezaya Kurdistanê îlham girtine û li gorî wê şêwekarî kirine.”


‘Jinên kurd dê çî li xwe bikin dê ne pergal biriyarê bide’


Sumbul da zanîn ku şêwekarî hunerek gelek kevne, lê şêwekariya moderniteya kaputalîst dike kolekirina jinane û wiha berdewam kir: “Di jiyana mirovan de cihek giring yê li xwe kirinê heye. Li xwe kirin ser bedena mirovan weke tabloyek hunerêye. Ya herî giring jî li xwe kirin li gorî şertên erdnîgariyê tên amadekirin. Lê moderniteya kaputalîst wan şertên erdnigariyê li ber çavan nagire, bi navê modeyê tayîbetî jî ji bo li xwekirina jinan wan şertan li ber çavan nagire. Ev jî çavkaniya xwe ji şêwekariya bi navê modayê pêşdikeve û di roja me de jî berdewam dike digire.”


‘Divê hişmendiya xweşikbûnê bê guhertin’  


Sumbul destnîşan kir ku divê têgihên weke ‘xweşikbûnê’ yên pergal ji bo jinan dixebitînin bên guhertin. Sumbul anî ziman ku bingihên gelek neweşiyên deruniyên din ava jinan û tevahî civakê de pêşdikevin jî ji têgiha “xweşikbûnê” ya ji bo jinan tê nîşandan tê û wiha dom kir: “Di cîhana modeyê de ji bo jinan têgiha ‘xweşikbûnê’standarte. Jinên ji nava van qaliban derdikevin jî xweşik naxwiyên. Hinek jin jî ji bo xwe bigihînin van qalibên ku pergalê jêre çêkirine ser bedena xwe guherînan dikin. Giyana jinan ber çavan nagirin bi gotinên weke ‘tu ne xweşikê, giyan û rastiya te ne xweşike, divê tu ji rastiyaxwe dur bikevê’ nêzî wan dibin. Ev nêzîkatiyane rê li pêşiya nexweşiyên derunî vedike.”


‘Piraniya şêwekaran mêrin’


Sumbul derbirî ku piraniya şêwekaran mêrin û wiha axivî: “Nihal i her deverên cîhanê pirani yên şêwekariya li xwekirinên jinan dikin mêrin. Ew mêrên şêwekariyê dikin ji têgihiştina jinan durin.” Sumbul diyar kir ku divê şêwekar baş cîhana jinan binasin û wiha pêde çu: “Divê dema ku şêwekar pênûsa xwe girtin destê xwe despêkê baş cîhana jinan ya giyanî û fîzîka wan binasin. Divê lixwekirinên jinan ji bo wan rehetbe, ji bon ebe sedema pêşketina nexweşiyên derunî. Em dikarin mînakên van bidin. Lixwekirinên teng û ji bo jin li xwe bikin pêdivî bi solên bilind heyî di aliyê fîzîkî de jinan didin zorê. Pergal solên 15-20 santimetre pêşkêjî jinan dikin û bi gotinên weke ‘Ez bi giştî j ite hez dikim, lê ez ji bejna te ya kin hez nakim, tu jî ji xwe hez neke’ nêzî wan dibe. Wan bi vî rengî ji rastiya wan dur dixe û paşê jî nexweşiyên weke piştêşê raberî wan dike.”


Di dawiyê de Sumbul anî ziman ku wê ji şêwekariya jinên kurd îlham girtiye û dest bi vê xebatê kiriye.


(zt)