‘Hunera jinan rastiya hestê mirovane’

10:29

 


Şêrîn Hiso/ JINHA


ÊLIH – Mîhrîcana kurtefîlmên kurdi ya Yilmaz Guney îsalbibeşdariya 6 derhunerên jin pêk hat. Derhunerên jin bikurtefîm û beldgeselên xwe rengê hunra jinê dan mîhrecanê. Ji derhenêrên jin Eylem Esen diyar kir ku nêrîna jinan ya li bûyerên civakî cudaye. Ozlem Guler jî got: “Hunera jinan rastiya hestê mirovan e.”


Rengê jinê îsal li Mîrîcana kurtefîlmên Kurdi ya Yilmaz Guney xwe dida nîşan dan. Di 5’emîn Mîhrîcana kurtefîlmên Kurdi ya Yilmaz Guney de 6 jinên derhenêr fîlmên xwe nişan dan. Derhunerên jin yên bi hunera xwe beşdarî Mîhrîcanê bûn derhêner Ozlem Guler, Eylem Esen, Derya Durmaz, FatemhDasmart û Reyhan Tuvî biberhemên xwe beşdarbûn. Derhenêr  Eylem Esen ya bi kurtefîlmê xwe yê bi navê ‘Xêztevlî’ beşdarî Mîhrîcanê bû diyar kir ku jin bi nêrînek cûda li bûyerên civakî dinêre û wiha got: “Mijarên hemû berhemên hunerî ji nava civakê tên derxistin. Nêrîna jinan ji van bûyerên civakî re cûdane. Berhemên hunerî û taybet sînema derfetek mezin dide jinan ji bo ku karibe nêrîna xwe bighîne gel. Da her kes zanibe jin bi çi awayî jiyanê dibine.”


‘Huner û ramana jinê ji civakê re ragehînin’


Eylem a di sala 2012’an de li konservatuara Aram Tîgran dest bixwendina Beşa Sînemayê kirî anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe ve bisînemayê re eleqdar dibe û wiha domand: “Dema ez Şagirtbû min dest bixebatên Fîlmê xêz kir. Çîoka fîlim senaryonivîs Fevzî Bilge nivîsandiye. Çîroka fîlim derbarê jina wênesaz e, jina wênesaz li bajêr digere da ku mijarek ji bo wêneyên xwe bibîne. Jina wênesaz li îstasyonê rastî Dînekîtê ku li dora xwe xêzek çêkiriye û dihundirê xêza xwe de rûniştiye tê. Dema wiha  dibîne bala wê dikêşe û wî dîmenî xêz dike. Navê fîlim jî me ji ber wê kir Xêz. Min dixwest ez bivî fîlmî tevlî Mêhrîcanê binbim, da ez karibim ramana jina hunermed bighînim civakê.” 


‘Hunera jinê rastiya hestê mirovan e’


Derhêner Ozlem Guler jî şagirta Konservatuara  Aram Tîgranbû. Ozlem Beşê Sînemayê li Konservatuarê qedand, niha jî li gundek yê Amedê mamostetiya dibistana sereteyi dike. Ozlem destnîşan kir ku ew bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Li Ezmên’ beşdarî Mîhrîcanê bûye û wiha got: “Çîroka fîlmê min ji çîrokek rast hatiye wergirtin. Çîroka fîlim derbarê Robîn e deye. Robîn yê hîn zarok e, bavê xwe wenda kiriye û sedema wendabûna bavê xwe mereq dike. Dema Robîn bêriya bavê xwe dike ji bavê xwe re peyamekê dinvîse. Robîn hewil dide bifirfirokê peyama xwe bigîne bavê xwe, ji ber ku ji Robîn re hatiye gotin ku bavê te li ezmana ye. Dema jin derhênertiya fîlmekê bike, dikare raste rast êşa mirovan ya tê jiyan kirin bigîne temaşevanan. Berhemên hunerê yên bi destê jinan tê çêkirin xwediyê naverokek wêjeyî û kurin. Hunera jinan rastiya hestê mirovan e.”


(şh/zt)