Dayika Kobanê ji bo şehîdan stranek çêkir
10:43
JINHA
RIHA - Koçbera Kobanê ya di nava kombajarê Arîn Mirkan dimîne Resmiye Mihemed a ku xwendin û nivîsandina wê tuneye ji bo şehîdên Kobanê dayikên şehîdan û ciwanên kurd stranek amade kiriye.
Berxwedana Kobanê de bi sed hezaran welatî koçber bûn. Berxwedana Kobanê di cihanê de deng veda û gelek tişt li ser hatin gotin û nivîsandin. Berxwedana Kobanê hêviya jiyanek nû afirand û ji bo pêşeroja cihanê bû mînak. Di nava berxwedana Kobanê de şervanên YPJ’ê kete rojeva cihanê û kovarên bi cihanê de nav û deng wêneyên şervanên YPJ’ê kirin rûpelê yekem. Her wiha dayikên Kobanê bi hest û ramanên xwe di nava refên şervanên xwe de şer dikin. Li ser sînorê Pirsûsê berxwedana şervanên xwe temaşe dikin. Dayika bi navê Resmiye Mihemed (40) ya ku xwendin û nivîsandinê wê tune ye ji bo şehîdên YPG/YPJ’ê helbestek, ji bo dayikên şehîdan stranek û ji bo ciwanên kurd jî stranek amade kiriye.
‘Gotinên şehîdan dianî ziman’
Dayika Resmiye got ku helbesta xwe ji bo şehîdên YPG/YPJ’ê çêkiriye û wiha axivî: “Em çiqas şehîdên xwe re deng bikin jî lê em nikarin mafên bi cih bînin. Min xwest hestên xwe yên li hemberî wan bînim ziman. Gotinên min gotinên şehîdan e, gotinên şervanan e, ne yên me ne. Min jî hewl da ku gotinên wan bi helbestekê bînim ziman.”
‘Wekî dil ez kur dinalim’
Di nava helbesta xwe de dayika Resmiye balê dikişîne ser armanca şehîdên YPG/YPJ’ê û hestên xwe wiha anî ziman: “Wekî dil ez kur dinalim/ Kêl, qîr û pîvanim/ Agirê nava hozan im/ Ji mejiyê Ocalan im/ Ez şehîd im, ez şehîd im.”
Dayik diqîre lawê we bersiv dide
Resmiye Mihemed got ku tu kes wekî dayikan janê di nava dilê xwe de na dide jiyîn û stranekê ve êşa dilê dayika de bîne ser ziman. Di strana xwe de dayik bang li lawê xwe dike û lawê dayikê jê re bersivê dide. Dayika Resmiye dayik û lawê we wiha dide axaftin: “ Lawo qurban, min got zarokên mêran her tim mêr in/ Li hemberî tang û topan û dumanan/ Sîngê xwe vedikin wekî şêran/ Dayê qurban min got Kobanê pir buhaye/ Dayê min got ne bi pere ne bi zêran e/ Qelanê wê bi xwîna xort û keçan e.”
Ji bo ciwanên kurd
Dayika Resmiye stranekê din jî wekî bangawaziyekî amadekiriye û di nava strana xwe de hestên xwe yên li hemberî Kobanê anî ziman û keç û xortên kurd dixwaze tevlî refên şervanan bibin. Dayika Resmiye di nava strana xwe de bangewaziya xwe wiha anî ziman: “Here lawo ji ber min ramuse axa Kobanê/ Here keçam ji ber min ramuse axa Kobanê/ Dest bide destê hevalan YPG a Kurdistanê ye.”
(kom/zt)

