Aboriya li ser dezgehên kartonan!
10:46
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê hatin û di konbajarên Pîrsusê de hatin bi cih kirin, di nava kombajaran de dezgehên biçûk vekirine û di aliyê aboriyê de ji malbatê xwe re dibin alîkar.
Welatiyên Kobanê yên ji ber faşîstên DAIŞ’ê mal, mulk, kar û xebatên xwe dest jê berdan û koçberî bakurê Kurdistanê bûn. Di nava şert û mercên ijwar de li konbajarên Pirsûsê de jiyana xwe didomînin. Gelek welatî ji bo aboriya malbata xwe di nava konbajaran de dezgehên ku li ser kartonekê hatiye avakirin de tiştên wekî bîskûvît, dindik, kek, ji bo jinan jî tiştên wekî boyaxa porê, berzendk û hwd. tên firotin û ji bo aboriya malbata xwe di bin alîkar.
‘Pere tuneye ez jî dixebitim’
Zarokê bi navê Ehmed Rosto (14) yê ku li ser kartoneke dezgehek biçûk çêkiriye û li ser wê tiştan difroşe da zanîn ku ew ji ber çeteyên DAIŞ’ê haitne vir û wiha axivî: “Em ji ber zilm û êrîşên DAIŞ’ê hatin. Xaniyên me şewitandin û em talankirin. Malbata me de em 9 kes in. Hemû kes li vir bê karê û pere tune ye. Ez jî ji bo ku piştgiriyê bidim malbata xwe li ser vê dezgehê hinek tiştan di firoşim û ji malbata xwe re dibim alîkar.”
‘Em bêkarin û zarokên me hene’
Mehmud Feyaz Bekî (45) jî diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyan koçbûne Pirsûsê û wiha got: “ Ez destpêkê silav û rêzên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişînim. Em ji Kobanê koçberbûn û ketin di nava van konbajaran. Em bêkarin û zarokên me hene. Şert û mercên me zehmet in û diviya ku em kar bikin. Min jî ev dezgehe vekir û ser vê jî ji bo zarokan biskûvît, çîkolata, dindik hwd. em di firoşin û debara xwe dikin. Ez bang dikim ku gelê kurd alikariyê bide ku em zû vegerin Kobanê.”
‘Heft zarokên min hene û 2 birayên min şehîd in’
Welatiyê bi navê Zuher Xelîl (30) jî da zanîn ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê koçberbûye û wiha domand: “ Berxwedana Kobanê de 2 birayên min şehîd ketin. Ez jî koçber bûm bi heft zarokên xwe ve. Li vir min dezgehek vekir û tiştên ku zarok karibin bikirin difiroşim. Kar tuneye û min xwest kêm jî be ji bo zarokên xwe hinek kar bikim.”
(kom/zt)

