Xelatên Mêhrîcanê pêşkêşî zarokên Şengal û Rojava hatin kirin
10:50
JINHA
ÊLIH - 5'emîn Mêhrîcana Kurte fîlmên Kurdi ya Yilmaz Guney bidirûşma ‘Şengal şemal a cîhanê ye’ dinavbera 6-11'ê çileya 2015'an de li Êlihê diroja 6'emîn de bidayina xelatan bidawîbû. Xelatên hatin girtin diyari azarokên Şengal û Rojava hat kirin.
5'emîn Mêhrîcana Kurte fîlmên Kurdi ya Yilmaz Guney bidirûşma "Şenga lşemal a cîhanê ye" dinavbera 6-11'ê çileya 2015'an de li Êlihê hat li darxistin. Diroja 6'emin ya mêhrîcanê de bidayina xelatan filmên herî baş bidawîbû. Mêhrîcan di 6'ê çileyê de bibeşdariya bi sedan huner hyeza dest pê kir. Mêhrican birojan li gelek tax, gund û bitaybetî li Salona Sinemaya Yilmaz Guney bifilmên cur bi cur hatin pêşandan. Mêhrîcan rastî eleqeyek mezin hat. Mêhrîcana filman di roja dawî de bibeşdariya Parlementerê HDP'ê yê ŞirnaxêFeysal Sariyildiz, Endamê Wezareta Çandê yê Herema Federal a Kurdistanê Xalît Doskî, hunermendên navdar Kadir Înanir, Julîde Kural, Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Mehmet Candemîr, HDP, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sebrî Ozdemîr, endamên Meclîsa Şeredariyê û Rêxitina DBP'ê, BUO-DER, hûnermêndên Navenda Çanda Şehîd Mîzgîn, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi amadebûna sedan kesî xelat hatin dayin.
'Mêhrîcan rastî eleqeyek mezin hat'
Di serî de ji bo 3 jinên şoreşger Sakinê Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemezên ku li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo hemû kesên di şerê şoreşê de jiyana xwe ji dest dan rêz hatigirtin. Piştî fireqmenên bernameya 6 rojên mêhricanê hat pêşandin Koordinatorê mêhrîcanê Îlhan Bakir axaftinek kir û di serî de ji bo eleqeya welatiyan a ji bo mêhricanê sipasiyên xwe pêşkêş kir. Îlhan anî ziman ku xwedî derketina sinemaya kurd hezek daye wan û dê vê eleqeya gel ji bo pêşketina filmên kurdî îlhameke mezin daye wan. Îlhan destnîşan kir ku ev xwedî derketin û eleqeya mezin dê ji nifşên nû re bibe minak û dêrêya wan ronî bike.
Pîştî axafitina Îlhan xelatên filmên ku ji aliyê juriya herî baş hatin bijartin yek biyek radestî derhenerên filman hatin pêşandin kirin.
Derhenerê Îranî Parvîz Rostemî ku derheneriya filmê bi navê "Avahiya Musirangan" kir xelata yekemin ji destê Hevşeredara Êlihê Gulistan Akel girt û Derhenerê filma bi navê "Dondurma" Serhat Karaaslan, Derhenerê filma bi navê "Fêkiya bihûştê hinar" Fatemh Dasmart û sanaryoya herî baş jî MEKAP layiqê xelatê dîtin.
'Xelat diyari zarokên Şengalê û Rojava hat kirin'
Hemû derhêneran xelatên girtin diyari zarokên Şengal û Rojava yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û Şervanên YPG/YPJ'ê hati kirin.
Mêhrîcan bikonsera Orkestraya Heskîfê bidawîbû. Bi sedan beşdervanênên bi rojan mêhrîcan dişopinin bi deqeyan li ser piyan li çepikandan.
(şh/zt)

