'Kobanê rûmeta mirovahiyê ye'

11:20

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê de dimînin tenê hêviya wan vegera Kobanê û mizgîniya ji YPG/YPJ'ê bê ye. Bi taybetî welatiyên li AFAD û YÎBO ya Pirsûse dimîne bi çar çavan benda vegerê ne. Welatiyê bi navê Ebdo Faris bang li tevahî ciwana kir ku tevlî berxwedanê bibe û banga serferberiyê kir. 

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Bi hezaran welatiyê ketin li ser rêya koçberiyê nêzî 55 hezarî li navçeya Pirsûsa Rihayê bi cih bûn. Dîsa di nav de nêzî 6 hezar kes li konbajarên AFAD'ê dimînin. Welatiyên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê de dimînin dibin şert û mercên dijwar de dijîn. Dîsa 6 konbajar di pêşengtiya Şaredariyên DBP'ê ve hatine vedan. Dewleta Tirkiyeyê ji bo welatiyan bikêşe konbajarên xwe ji bo veneger Kobanê serî li hemû lîstikan didin. Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 120'an de dewam dike. Operasyonên paqijkirinê yên şervanên YPG/YPJ'ê tax bi tax bi hemû germahiya xwe dewam dike û gelek taxên Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin. Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê de dimînin tenê hêviya wan vegera Kobanê û mizgîniya ji YPG/YPJ'ê bê ye. Bi taybet welatiyên li konbajarên AFAD'ê yên li YÎBO'ya Pirsûsê dimînin bi çar çavan hêviya vegerê ne. 

'Em neçar man li konbajarên AFAD'ê bi cih bibin'

Welatiyê bi navê Mihemed Eto (59) anî ziman ku keyayê gundê Girik yê başûrê Kobanê dikeve û dema kantona xwe îlan kiri bûn bi bi awayek sîstemkirî jiyan dikirin û ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê neçar man hatin Pirsûsê. Mihemed diyar kir ku dema hatin konbajarên Mala Gel cîh ji wan re nema bû û ji ber ku neçar maye hati ye konbajarê AFAD'ê. Mihemed destnîşan kir ku gelek çeteyên DAIŞ'ê li wan gelek zilm kiriye û wiha got: "Dema êrîşa çetayan zêde bû hevalên YPG/YPJ'ê got biçin Pirsûsê. Em hatin cîh di konbajarên havalan de nema bû. Ji ber ku em neçar man em hatin AFAD'ê. Lê em niha li vêderê jî rastî heman helwestê man. Elektirk di serê sibehê diçû heya êvarê ne dihat. Zarokên me ji serma diqefilin. Dema kesek naxweş dikeve jî bijîşk lê temaşe nedikir, dermanek hebe dide, lê bi gelemperî dermana jî nade. Em naxwazin di konbjarê AFAD'ê bimînin. Em dixwazin bilez biçin Kobanê.” 

'Kobanê rizgar bibe ez ê pêlava xwe li ser sînor bêxim û biçim ser heriya welatê xwe'

Welatiya bi navê Zîn Hesen (57) da zanîn ku bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê dê Kobanê rizgar bibe û bi hêvî ye ku di demek kin dê biçin ser axa xwe. Zîn got ku jiyana wargehê AFAD'ê nayê qedandin û nav dijwariyê de dijîn û wiha got:"Em li vî cihî di bin şert û mercên giran de dijîn. Xwarina qirêj didin me. Nanê wan hemû xerabûyî ne. Kurm di nav xwarina wan derdikeve. Konê wan serê wan bixwe. Lê ji me re ne xem e. Bila şervanên me bi serkevin em tiştekî naxwazin. Her tim gûhê min li mizgîniya şervanên meye. Kengî Kobanê rizgar bibe, ez ê bê pêlav xwe li sînor bixim û biçim ser heriya welatê xwe. Ez ê xwe qûrbana şervanê me, cangoriyên me û axa xwe bikim.” 

'Wê Kobanê ji bo çeteyan bibe gor'

Hevserê Zîn Hesen bi navê Ebdo Faris (55) jî da zanîn ku ne ji kêfî hatiye konên AFAD'ê û got ku dixwazin demildest biçin ser axa xwe û wiha pe de çû: "Em bi operasyonên paqijkirina şervanên YPG/YPJ'ê gelek kêfxweşin. Em benda mizgîni ya wanin ku rizgariya Kobanê ye. Em tiştekî ji dewleta Tirkiyeyê naxwazin. Parîyekî nanê semon didime û mineta wê jî li ser serê me dikin. Ez bang gelê Kobanê dikim, ji bo rizgariya Kobanê çi ji destên wan tê be bila bikin. Di serîde xort û ciwanên me. Bila kes li pey nanê dewleta tirk ne keve. Heta niha me tu xêra wan nedîti ye, em niha jî nabînin. Bila kêfa dijmin bi me neyê. Divê em îro li axa xwe xwedî derkevin û bi parêzin. Rûmeta me, namûsa me, hebûn û tune bûna me Kobanêye. Kobanê, Kobanêya me ye, ne ya kesî ye. Kobanêya me dê li dijmin bibe gor."

Welatiya bi navê Xezal Ehmedî Şêxo jî bi lêv kir ku heta ew sax bin tu carî Kobanê ji dest nakeve û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê bê sedem û hincet êrîşî welatê me kirin. Bila ev hêzên tarî zani bin ku tu carî em Kobanê radestî dijminan nakin. Birayê min ji bo welatê xwe şehîd ket. Min bi destên xwe birayê xwe yî leheng di gora şehîdan de veşart. Em hatin Pirsûsê em xistin van konan. Ji ber neçariya me em hatin vêderê. Em dixwazin ku hema niha biçin Kobanê. Ji ber ku em ne vegerin Kobanê, dewleta Tirkiyeyê naxwaz e em biçin Kobanê û serî li hemû lîstikan bidin. Ger em niha neçîn Kobanê jî em ê biçin konbajarên Pirsûsê cem hevalan." 

(kom/zt)