Dîmenê rezîltiya AFAD'ê hat kişandin

11:29

 


JINHA


RIHA - Ji deh hezaran Kobaniyên ku hatin Pirsûsê 6 hezar kes li konbajarê AFAD’ê bi cih bûn. Kobaniyan diyar kri ku di şert û mercên dijmirovahî de dijîn û gotin pirsgirêka germbûnê heye, di xwarinan de kurm û kêz hene, pisgirêkên tenduristiyê hene û di nav ava laximê de dijîn.

Kobaniyên li kampên AFAD’ê bicih bûn di nav ava laximê de dijîn. Welatiyan diyar kir ku xwarina wan gelek xerabe û pisgirêka paqijî û germahiyê heye. Malbatan da zanîn ku di girtina xwarinan de zehmetiyan dikişînin û di taştê de kêm xwarin tê dayîn û nanê bayat didinê. Kobaniyan got ku xwarin hemû bêhn jê tê û gelek caran kurm û kêz têde dîditine.

Pisrgirêka germbûnê heye

Bi hewaya sar re pisgirêka germbûnê jî li konên AFAD’ê nayê çareserkirin. Ocaxên elektîrêk hatine dayîn lê ji ber ku bi şev ceyran tê birîn nayê bikaranîn. Kobaniyî bi qirş û qalên ku bi roj berhev dikin bi şev li ber konan agir pê dixin. Malbatên ku polên Dibistana Herêmî ya Seretayî ya Razandî a Pirsûsê ku di herêma konbajarê AFAD’ê de dimînin, diyar kir ku klîmayên li polan destpêkê dixebitin lê piştre ji aliyê rayedaran ve hatine jêkirin. Kobaniyên ku li ser sungerên tenik ên li ser betonê radizên, gotin rayedaran klîma rakirine û der barê vê de tiştek jî negotine.

Rîska nexweşiyan zêde dibe

Ava tuwalet û firakan diherike nava qadên jiyanê û ev jî rê li ber qirêjiyê vedike. Zarok di bin bandora vê de dimînin. Tuwalet deriyê wan şikestine û ava wan nayên. Ev jî rê li ber nexweşiyan vedike. Beşek mezin ya welatiyan di bin rîska enfeksiyona grîbê de ye. Li konbajar yekineyek tenduristiyê jî heye lê malbatan da zanîn ku bi wan re eleqeder nabin.

Pirsgirêka ziman heye

Muhammed Et ê ku bi malbata xwe ya ji 14 kesî pêk tê li konbajarê AFAD’ê dimîne diyar kir ku ji ber cih li konbajarê şaredariyê nemaye hatine vir û got: “Em li vir ne rehetin. Em naxwazin li konbajarê dewletê bimînin. Hewcedariyên me nayên cih. Em pisgirêka ziman dijîn. Daxwazên me bi zanebûn nayên tercumekirin.” Muhammed bilêv kir ku rizgariya wan ancax bi vegera bo Kobanê wê pêk bê û got: “Ciwanên me li wir bo parastina xaka me têdikoşin. Ger şer bidome em naxwazin li vir bimînin. Em dixwazin biçin konbajarê şaredariyê.

Di nava xwarinê de kurm û kêzik derdikevin

Jina bi navê Leyla Ahmed jî got niha ew 6 malbat yanî 19 kes li heman odeyê dimînin û cihê razanê tune. Ahmet got yekane daxwaza wan eve ku vegerin Kobanê. Hevserê Leylayê Mihemmed Ahmed got beriya bê Pirsûsê peywirdarê asayîşê bûye û got: “Dema êrîşan dest pê kir em neçar man bên vir. Em hatin cih tunebû em hatin kampa dewletê. Kêmasî pirin. Di xwarinan de kurm û kêz derdikevin.”

(zt)