Ji Kobanêyê re 60 kon

11:34

JINHA


RIHA - Welatiyeka bi nava Fatma Balîboz a li Almanyayê dijî ji bo piştevanî û alikariya welatiyên Kobanê li gorî şert û mercên xwe 60 kon şand.


Endamê Meclîsa Şaredariya Pîrsusê û berpirsyarê depoya alikariyê Halîl Akbaş da zanîn ku alikarî ji bo welatiyên Kobanê ji Almanyayê hatiye û wiha axivî: “Ev alikariya ji welatê Almanyayê hevaleka bi navê Fatoş Balîboz ve hatiye şandin. Ev alikarî ji komîtameya navendî hatiye girtin û em teslîmî welatiyan dikin. Ji bo alikariya wan li ser navê şaredariya Pîrsusê spasiyên xwe em peşkeş dikin.”


 


(kom/zt)