'Ji bo kobaniyan werin Pirsûsê'

11:48

 


JINHA


RIHA - Kesên dildar ên ji bo alîkariya Kobaniyên bikin li Pirsûsê ne diyar kirin ku li wargehên pêwîstî bi mama, paçê girêdanê yên bebekan û madeyên xwarinê heye. Dildaran diyar kirin ku li Pirsûsê gelek karê divê were kirin hene û bang li kesên hestyar kir ku bên navçeyê.

Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî xwe li Pirsûsê girtine, bi alîkariya saziyên pêwenîdar û gel hewl didin jiyana xwe bidomînin. Li 6 wargehê ji konan ên ji bo 20 hezar Kobaniyan ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye avakirin, her çend pêwîstî tên tedarikkirin jî, ji ber hejmara zêde pêwîstî hîn bêhtir bi alîkariyê heye. Derman, madeyên xwarinê, mama û paçê zarokan û bîberon ji ber ku herî zêde tên bikaranîn, di destpêka lîsteya pêwîstiyan de cih digirin. Her wiha pêwîstî bi mirovên bi dilxwazî bixebitin heye. Dildarê niha dixebitin, bang li her kesî kirin ku bên Pirsûsê û xwişk-birayên xwe yên Kobaniyî ji bîr nekin.

Pêvîstî bi mama û paçê zarokan heye

Ozlem Bayraktûtan (33) a ku Hemşîneke ji Artvînê ye, yek ji xebatkarên dildar ên li Pirsûsê ye. Bayraktûtan diyar kir ku ew hewl didin kêmasiyên Kobaniyan temam bikin û anî ziman ku ji gelek bajaran alîkarî tên lê belê têrê nakin. Ozlem anî ziman ku ji ber hejmara zêde ya mirovan ew pê re nagihînin û wiha got, "Madeyên xwarinê, mama û paçê pêçandinê yê zarokan ji ber ku herî zêde tên bikaranîn, pêwîstî jî herî zêde bi wan heye."

Ozlem da zanîn ku yên hatine ji nava şer hatine, lewma travmayekê dijîn û wiha axivî: "Ji ber ku dayik nikarin xwe baş xwedî bikin, nikarin şîr jî bidin zarokan. Tevî ku em dizanin ne zêde baş e jî, li şûna şîrê dayikê em mamayê zarokan didin. Lewma em mamayê zarokan dixwazin." Ozlem diyar kir ku ne tenê dayikên şîr didin zarokan divê hemû welatî xwe baş xwedî bikin û got, "Ji ber vê yekê divê taştê baş bikin û pêwîstiya me bi taştê heye."

Werin têkiliyê çêbikin

Ozlem ragihand ku binesazî hatiye amadekirin û beşek ji pêwîstiyan hatine tedarikkirin û wiha pê de çû: "Pirsgirêka herî mezin a xwarinê ye. Divê ev yek ne tenê hesasiyeta min be, ya her kesî be." Ozlem diyar kir ku li Kobanê şer heye, divê Kurd, Tirk, Ermenî, Amerîkayî her kes hestyar bin û bên Pirsûsê bi Kobaniyan re têkiliyê deynin. Ozlem anî ziman ku ev alîkarî bi tena serê xwe têrê nake, pêwîstî bi hêza mirovan jî heye û bal kişand ser pêwîstiya bi xebatkarên dildar.

Pêwîstî bi deh hezaran kesan heye

Ozlem da zanîn ku ew hewl didin pêwîstiya bi deh hezaran mirovî vebêjin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çend kes li vir dibin bila bibin, li vir gelekî kar heye. Dema diçim Stenbolê bi hevalên xwe re diaxivim. Dibêjim kar heye û wan bi xwe re tînim. Lê em behsa 3, 4 kesan nakin, behsa 10 hezar kesî dikin. Em behsa pêwîstiya bi deh hezaran kesî dikin." Ozlem anî ziman ku bi tespîtkirina pêwîstiyên bi deh hezaran kesî re kampanya dikarin werin destpêkirin û her kes li cihê lê ye, dikare kampanyayekê organîze bike.

Werin bibînin

Îbrahîm Ozoy ê 33 salî yê li wargeha Kader Ortakaya bi dildarî dixebite got, "Ez di rêveberiya vir de cih digirim. Li wargehan em herî zêde di peydakirina dermanan de kêmasiyan dijîn." Îbrahîm bal kişand ser pêwîstiyên bebek û zarokan û wiha axivî: "Li wargeha me 400 kon hene û em li nêzî 4 hezar mirovî dinêrin. Me pirsgirêka elektrîk û avê çareser kir û komîsyonên me hatin avakirin. Di heman demê de me dibistan vekir, ji zarokan re bi zimanê dayikê perwerde tê dayîn. Xebatên me yên çand û hunerê dewam dikin." Ozoy bang li gel kir û got, "Banga me li hemû gelan e; werin û rewşa mirovên li vê derê dijîn bi çavê xwe bibînin. Li Kobanê têkoşîna ji bo mirovahiyê tê dayîn. Li vir malbatên mirovên şer dikin, hene. Em dixwazin her kes di vê mijarê de hesas bin."

(zt)