Li sînor dîroka 120 rojan

11:52

 


JINHA


RIHA  - Nobeda li ser sînor a bi berxwedana dîrokî ya Kobanê re dest pê kir, çar meh li dû xwe hişt. Berxwedana li gundên Mehser û Miseynterê dewam dike, bi beşdariya ji gelemperiya cîhanê mezin dibe.

Berxwedana li ser sînor a bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 15'ê Îlonê re destpê kir, çar meh li dû xwe hişt. Bi êrîşa li hemberî gundê Qeremoxê yê 20 km li rojhilatê Kobanê re ye, yekemcar konê berxwedanê li gundê Ogan ê Pirsûsê yê li pêşberî Qeremoxê hat vedan. Konên piştre li Etmanekê hatin vedan, ji ber destwerdana bê navber a polîs û leşkeran û topên hawanê yên DAIŞ'ê, neçar ma careke din bar bikin. Konên berxwedanê bi dorê li gundên Alîzer, Qop, Bethê, Zehwan û Dewşenê hatin vedan û gundên Boydê, Swêdê, Henêrk û Kolik ên li rojhilatê Kobanê jî bûn biryargehên nû Yên nobedê. Gundê Etmanek ê gelekî nêzî navenda bajarê Kobanê ye, rastî êrîşa hawanan a çeteyên DAIŞ'ê hat û ji ber hevkariya leşker û çeteyên DAIŞ'ê nobedarên berxwedanê ji gund hatin derxistin. Gel, bênavber li êrîşa leşker û polîsan rast hat. Gundên Etmanek, Zehwan û Murşîtpinar weke herêma leşkerî hatin îlankirin. Berxwedan jî di meha Cotmehê de derbasî gundên Mehser û Miseynterê bûn.

Her wiha, li gel gundên Mehser û Miseynterê, li gundên din ên li ser xeta sînor, liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya li ser sînor bi nobedê hat şopandin.

Dîroka 120 rojan

Berxwedana biryardar, di roja 120. de li gundên Mehser û Miseynterê ku Kobanê bi hêsanî jê tê dîtin, dewam dike. Berxwedêrên bala wan li Kobanê ne, pêwîstiyên xwe yên rojane jî bi rêya komunan tedarik dikin. Xwarina li mutbexên li gund ji aliyê berxwedêran ve tê çêkiri, piştre li her kesên li gund tên berlavkirin. Pirsgirêkên rojane jî bi hewldan û kedeke hevpar tên çareserkirin. Li gundê Miseynterê ku amadekariyên kooperatîfbûyînê lê tê kirin, Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya hat avakirin. Ev berhemên xebata hevpar, rastî eleqeyeke mezin tên.

Li ser xeta sînor, ku di serî de Kurd ji gelek welatên cîhanê mirov tên, der heqê rewşa rojane de çalakî, bîranîn û xwepêşandan tên organîzekirin. Berxwedêr her sibehê bi çalakiya zincîra ji mirovan re li meydana gund dicivin, piştî silavdayînê, qadên jiyanê paqij dikin. 

(zt)