'Teqîna Pirsûsê karê dewletê ye'

11:59

 


JINHA


RIHA - Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku waliyê Rihayê ji ber ya 3 rojan ew hişyar kirin ku wê li Pirsûsê teqîn pêk bê, "teqîn karê dewletê ye. Dixwazin hişmendiya tirsê li Pirsûsê biafirînin, dixwazin welatiyên Kobanê ji konê me vedane derxin û wan bibin konbajarên AFAD'ê."

Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan şevê din li Pirsûsê der barê teqîna axivî û anî ziman ku ew bi gomanîn û got ku hêzên tarî di dewreyê de ne. Îsmaîl diyar kir ku li cihê bûyerê lêkolîn kirine û bilêv kir ku di dema teqînê de tu bûyer çê nebû. Îsmaîl diyar kir ku ji ber 3 rojan li wargeha 'Şehîd Gelhat' bi waliyê Rihayê re Îzzettîn Kuçuk û bi Qeymeqamê Pirsûse Abdullah Çiftçî re hevdîtin pêk anî û wiha pê de çû: "Walî ji me re got ku 'wê di demek nêz de li Pirsûsê teqîn pêk bê. Em parastina vir nagrin. Bi vê boneyê em destûr nadin wê wargehê, pêwîste em konan rakin'. Em dibînin ku tişta dikeve serê dewletê bi serê gelê kurd tîne. Ev jî me xemgîn dike. Beriya 3 rojan dibêje îro tê serê me. Ev karê hêzên tarî ne."

'Karê dewletê'

Îsmaîl bang li dewletê kir ku li wir kamereyên mobese hene û bila demildest kujer werin dîtin û radestî edaletê werin kirin. Îsmaîl diyar kir ku dema dewlet bixwaze di 24 saetan de dikare kujeran bibîne û lê belê naxwaze, "ji ber ku destê dewletê di vê de heye. Dewlet dixwazin hişmendiyek ya tirsê li Pirsûsê bi afirînin, dixwazin welatiyên Kobanê ji konê me vedane derxin û wan têxin konbajarên AFAD'ê."

(zt)