Girtiyê nexweş Mehmed Canpolat jiyana xwe jidest da

12:15

 


JNHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Canpolat ê ku li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dima û piştî rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê piştî 40 rojan hate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Canpolat ê ku di dema operasyona 19'ê Kanûna 2000'an de bombeya gazê li singî wî ket û piştre bi nexweşiya KOAH'ê ket li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Pendîkê ya Zanîngeha Marmarayê jiyana xwe ji dest da. Parêzerên Mehmet Elvan Olkun û Gulîzar Tuncer bi hinceta di mêjiyê Canpolat de tumor heye serî li ATK'ê dan û xwestin serbest bê berdan lê ATK'ê rapora "Dikara di girtîgehê de bimîne" dabû.

(zt)