Li Kirwatiyayê yekem Serokomara jin hat hilbijartin

12:20

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Kolinda Grabar Kitarovic, di hilbijartinên Serokomariyê de bi ser ket û bû yekem jina ku dibe seroka Kirwatiyayê.


Jina bi navê Kolinda Grabar Kitarovic ya (46) salî di dewreya duyemîn a hilbijartinên Serkomariya Kirwatiyayê de rêjeya 50 ji sedî ji dengan bi dest xist û bû yekem jina ku dibe Seroka Kirwatiya. Her wiha Serokê berê yê Kirwatiyayê Ivo Josipovic jî 49 ji sedî ji dengan bi dest xist. Herdu namzet di dewreya yekemîn de heman rêje bi dest xistin lê di dewreya duyemîn de jî di navbera wan de tenê dengek hebû. Kolinda yek ji Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kirwatiyayê ye. Vê partiyê beriya 20 salan pêşengiya serxwebûna Kirwatiyayê kiriye. Her wiha Kolinda berê weke wezîra Karê derve di hikûmetê de cihê xwe girtiye û ji aliyekî din ve jî cihê xwe weke hevkara nûnerê Nato jî girtibû. Li Kirwatiya Serokomar dikare gelek biryarên girêdayî siyaseta derve derxe û ew Serokê hêzên leşkerî ye, lê kar û barên komarê pirî caran karê hikûmetê ye.


Kirwatiya di tebaxa 2013 ̍an bûye endama Yekîtiya Ewrupayê û weke endama herî nû ya Yekîtiya Ewrupa tê naskirin.


(zt)