'Heya axa me azad dibe em ê li ser piyan bin'
13:05
JINHA
RIHA - Jin Silopiyê ji bo tevlî berxwedana li gundê Mehserê bibin hatin sînorê Kobanê. Jina bi navê Emîne Okmen (80) wiha got: "Heya axa me bi tememî azad dibe em ê li ser piyan bin û têkoşîna xwe bidomînin."
Nobeta berxwedanê ya li ser sînor ku bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir bi tevlîbûnan berdewam dike. Nobeta li gundê Mehserê şev û roj berdewam dike jinên ji navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatin jî tevlî bûn. Jina bi navê Emîne Ozek berxwedana Kobanê silav kir û diyar kir ku berê jî 3 caran hatibû sînor û ji ber êrîşên li hemberî Kobanê berdewam dikin careke din hat sînor. Emîne anî ziman ku li mala xwe rihet nebû û wiha got: "Kurd êdî ne kurdê berê ne. Em weke dayik heya êrîşên li hemberî kurdan bi dawî dibin dê li sînor nobetê bigirin. Em ê her tim piştgiriyê bidin zarokên xwe yên şer dikin."
'Heya axa me azad dibe em ê li ser piyan bin'
Ji dayikê aştiyê Zerê Aytaş jî wiha got: "Heya dilopekî xwîna me dimîne em ê li cem têkoşîna zarokên xwe bin û em wan terk nakin." Jina bi navê Emîne Okmen (80) jî ligel temenê xwe yê borî hate sînor û tevlî berxwedanê bû û wiha got: "Em weke dayîk heya axa me bi tememî azad dibe em dê li ser piyan bin û têkoşîna xwe bidomînin." Emîne berxwedana Kobanê û Şengalê jî silav kir û bang li hemû kesî kir ku bên tevlî berxwedan li ser sînor bibin û wiha got: "Xwedê hemû kurdan azad bike."
(zt)

