Jinên Kibrisî: Aqil jî, beden jî, biryar jî aydî jinan e!
01:38
Hazal PEKER – Hangul OZBEY JINHA
KIBRIS / NÎCOSÎA – YKP-fem ku li hemberî gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên wekî “Li dijî sezeryanê me, zarok jiberkirin kuştin e”, nerazîbûn nîşan da, got ku “Bedena jinê dê di nav dîsiplîna Recep Tayyîp Erdogan an jî tu siyasetmedarek din de nebe. Biryara emê çend zarok bînin dinê, kengê bînin, an jî bînin an neynin, aydî me jinan e. Tayyîp, destê xwe ji bedena jinan vekişîne!”
YKP-fem ku li Kibrisê li ser polîtîkayên femînîst dixebite, li hemberî gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên wekî “Li dijî sezeryanê me, zarok jiberkirin kuştin e”, daxuyaniyeke da çapemeniyê. Rayedarên YKP-femê ku li hemberî van gotinan xwe neqayîl kir, got ku “Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo jinên li Tirkiyê fetwaya ‘herî kêm 3 zarok çêkin, ji bo jinên li bakûrê Kibrisê jî fetwaya herî kêm 4 zarok çêkin da, herî dawî got ku ‘li dijî sezeryanê me, zarok jiberkirin, kuştin e’. Cenîn, di bedena jinê de ye, di zikê jinê de ye û nikare jê veqete. Ji ber vê yekê jî, ev biryareke têkildarî zarok anîn an jî neanînê nîne, biryareke têkildarî canê jinê ye.”
‘Tu metodeke zarokanînê misoger nîne’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu jinek, ji bo zarok ji ber xwe bike zarok çênake û hate diyarkirin ku zarok jiberkirin, encameke neçarî ya destdirêjî, an jî nexweşînên nekarî bên dermankirin e. YKP-fem, da zanîn ku tu metodeke zarokanînê ji sedî sed misoger nîne û anî ziman ku zarok jiberkirin, parçeyeke jiyana zayendî ye.
Di daxuyaniya YKP-fem’ê de wiha hat gotin:
“Gotinên wekî yên Erdogan, gelek rewşên ku jin tê de ne, piştguh dike. Nafikire ku zarok dê çawa gir bibe, tenduristiya zarok dê çawa be, an jî dê ev zarok jiyaneke çawa bijî. Tenê bi çavê hêza kar a erzan ku bikaribe keda wê bixwe, leşkerên ku ji bo xwe qetil bike an jî amûrên avabûna demografîk biguherînin dinhêre. Zarok anînê, wekî berdewamkirina netewê dibîne. Ji gotinên wî yên wekî ‘Ger ku hûn dixwazin em nifûsê ji Kibrisê re neşînin, hûn jî zarok çêkin’ diyar dibe. Sezaryen, ameliyatkirina zik e. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, pêşniyara ‘herî zêde divê ji sedî 10 an jî 5 be’ dike. Lê ji ber ku sîstema kapîtalîst li ser bedena jinê rantê dixwaze, ev ameliyat zêde çêdibin. Ev ameliyat, tenê dema ku pêwîst be divê bê çêkirin. Dibe ku ev ameliyat dayîkê û zarok xelas bike. Nerazîbûna li hemberî vê ameliyatê, nêzikatiyeke rast nîne. Berovajî wê, teşebusa zexta li ser canê jinê ye.”
Li Bakûrê Kibrisê rewşa heyî ya di mijara sezaryenê de:
“Rêjeyên (oran) li erdnîgariya me, ji rêjeya ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêşniyar kiriye, gelekî zêdetir e. Li gorî daneyên ji Wezareta Tenduristiyê hatine girtin, li nexweşxaneyên dewletê di salên 2008 û 2009’an de rêjeya sezaryenê derdora ji sedî 42 de ye. Daneyên têkildarî nexweşxaneyên taybet, tunene di destê me de. Lê ji ber ku sektora taybet bi çavê pere lê dinhêre û ji sezaryenê zêde pere distîne, ev rêje zêdetir e. Lê ji ber ku di rewşên derûnî û fizîkî de ev pêwîst e, ger ku mirov li hemberî vê ameliyatê xwe neqayîl bike, ev tê wê wateyê ku mafê tenduristî û jiyanê yê jinan, tune tê hesibandin. Nexwe Recep Tayyîp Erdogan bi fikarên me li jor diyar kirin, sezeryanê ne tenê ji ber zêdebûna nifûsê, bi awayekî ku em fam nakin nirxandiye. Bedena jinê dê di nav dîsiplîna Recep Tayyîp Erdogan an jî tu siyasetmedarek din de nebe. Biryara emê çend zarok bînin dinê, kengê bînin, an jî bînin an neynin, aydî me jinan e. Tayyîp, destê xwe ji bedena jinan vekişîne!”
(hp/xo)

