Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî ‘destdirêjiyê' dest bi meşê kirin
00:23
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî ‘destdirêjiyê' dest bi meşê kirin
AMED – Ji ber ku 3 xwendekarên jin ên ciwan vê êvarê dema vedigeriyan yurdê rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên di Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê de dimînin, ber bi zanîngehê ve dest bi meşê kirin.
Ji ber ku 3 xwendekarên jin ên ciwan vê êvarê dema vedigeriyan yurdê rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên di Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê (DU) de dimînin, ber bi zanîngehê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku ji ber servîsa li xaçerêya ji rawestgeha otobusan ber bi yurdê ve diçe tuneye her tim rastî destdirêjiyê tên, diyar kirin ku daxwazên wan, ji aliyê rêveberiya yurdê ve li ber çav nehatine girtin. Ji ber ku vê êvarê 3 xwendekarên jin rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên jin û zilam, li ber yurdê kom bûn. Xwendekaran ber bi Zanîngeha Dîcleyê ve dest bi meşê kirin. Xwendekar, li ber zanîngehê bi çepik û sloganên “Destên dirêjî jinê dibin bila bişkên”, çalakiya xwe didomînin.../
JINHA
(hp/xo)

