'Emê hemû bi hev re azadiya Rêberê xwe pîroz bikin'
15:10
Mizgin Tabu/JINHA
STENBOL - Hevseroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker der barê kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe anî ziman û aşkera kir ku kampanya ber bi dawî ve diçe û wiha axivî: "Dema me Rêberê xwe azad kir em dê bi hev re li welatê xwe azadiya Rêberê xwe pîroz bikin."
Kampanyaya 'Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî' ya ku di 15'ê Sibata 2014'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin berdewam dike. Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqi ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker der barê xebatên kampanyayê de axivî. Zubeyde diyar kir ku dema wan kampanya daye destpêkirin, wan armanca kampanyayê diyar kiriye û wiha axivî: "Me di 15'ê Sibatê de bi îmzeyên 127 rewşenbîrî deklerasyona îmzeyan weşand. Li gelek navçe û bajarên Tirkiye û Kurdistanê kampanya berdewam dike. Di halî û hazir de bi milyonan îmze hatine komkirin û hêj xebatên berhevkirinê berdewam dike."
Abdullah Ocalan gotin aştî gotın e
Zubeyde destnîşan kir ku di mijara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîlên azadiyê yên nexweş de gelê kurd û aliyên demokratîk pir hesas in û wiha pêde çû: "Kampanyaya îmzeyan ji hêla hemû beşên civakê ve hatiye pejirandin û xwedîkerketineke gelekî xurt heye. Mijara azadiya birêz Abdullah Ocalan û dîlên nexweş hemû beşên civakê û aliyên şoreşger û demokratîk ên li Tirkiye û Kurdistanê gihandiye hev. Tişta ku herî zêde hêzê dide me jî ev aliyê wê ye."
Zubeyde aşkera kir ku dema Abdullah Ocalan tê gotin aştî, demokrasî, wekhevî û di welatekî wekhev de bi hevre jiyan te gotin û wiha got: "Lîderekî ku bibe bersiva van hemû têgehan niha li ser rûyê erdê tune. Lê samîmyet û nêzikatiya Rêbertiya me ya di van mijaran hemûyan de ji hêla her kesî ve tê zanîn. Dema Rêbertiya me azad bibe û bi gelê xwe re bibe yek, dê ketina jiyanê ya van hemû têgehan jî bi encam bibe."
em ê azadıyê pîroz bıkın
Zubeyde herî dawî destnîşan kir ku kampanyaya îmzeyan ber bi dawî ve hatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ji kesên ku piştgirî dane vê kampanyayê re spasiyên xwe dikim. Em hatine dawiya kampanyaya îmzeyan. Em li ser navê platformê ji hemû kesên ku piştgirî dane kampanyayê re spasiyên xwe dikin. Ez di wê baweriyê de me ku dema Rêbertiya me azad bibe em dê bi hemû kesî re li welatê xwe azadiya Rêbertiya xwe pîroz bikin."
(aw/zt)

