Kampanyeya'Pira xwişkan' berdewam dike
09:06
Dilan Karamanoglu / JINHA
STENBOL – Mala Piştevaniya Jinan ya Gulsuyu-Gulensu ya Stenbolê ji bo Kobanê dest bi kampanyeya alîkariyê ya ‘Pira xwişkan’ kiriye. Xebatkarên kampanyayê diyar kirin ku alîkariya wan kom kiriye gihandine jin û zarokên Pirsusê.
Komeleya jinan ya li semta Emekçiyê ya Stenbolê ji bo jin û zarokên ji ber hovitiya çeteyên DAIŞ’ê hatine li Pirsusê dimînin dest bi kampanyeya alîkariyê kirine. Mala Piştevaniya Jinan ya Gulsuyu-Gulensu ya Stenbolê di çarçoveya kampanyayê de alîkariya ku kom kirine gihandin jin û zarokên di konbajarê Pirsusê de dimînin. Xebatkarên mala piştevaniyê çavdêriyên xwe yên li Pirsusê vegotin û dan zanîn dê kampanyeya xwe berdewam bikin.
‘Ji bo jinan ta belav kirin’
Seroka Mala Piştevaniya Jinan ya Gulsuyu-Gulensu ya Stenbolê Sevgi Delibaş destnîşan kir ku di şeran de herî zêde jin û zarok mexdur dibin. Sevgi derbirî ku dema ew çune li Pirsusê jin û zarokên li wê dîtine fikirîne dê çawan bi wan re bibin alîkar û bi wê hişmendiyê dest bi kampanya alîkariyê kirine. Sevgi bilêv kir ku wan li jinan ta belav kiriye û wiha got: “Li taxa em lê dimînin û esnafên girêdayî navçeya em lê dimînin em lê geriyan û me ji bo jinan ta komkir. Ji bo berhevkirina dermanan jî em li sewdeliyan geriyan. Heya ji destê me bê em digerin alîkariyê ji bo jin û zarokên li Pirsusê kom dikin û dişînin. Em ji bo zarokan mama, bez, şîr û pêdiviyên jinan berhev dikin. Alîkariya me berhev kiribû me bir Pirsusê.”
‘Em bi 70 koliyên alîkariyê ve çun Pirsusê’
Sevgi anî ziman ku bi sarbûna rewşa hewayê re şertên jiyana Pirsusê zêdetir sar bûye û wiha domand: “Em jî heya ji destê me bê ji bo germkirina wan alîkariyê kom dikin. Di koliyekê de tuştên germ yên ji bo zarokan tiştên pê germ bibin yên weke siyater û patîk hene.” Sevgi diyar kir ku alîkariya wan li gel saziyên din yên jinan kom kirine gihandine Pirsusê û wiha berdewam kir: “Em 30 jin bi 70 koliyan ve çun Pirsusê.”
‘Dê kêmanî derbasbibin’
Alîkara Seroka Mala Piştevaniya Jinan ya Gulsuyu-Gulensu ya Stenbolê Zehra Demir jî diyar kir ku wan serdana jinên li konbajarê Pirsusê de dimînin ziyaret kirine û got: “Dikare pêdiviyên wan zêdetir bi rêk û pêk bên belavkirin. Qala jinên alîkarî nagihinê dihat kirin. Hinek din jî ez difikirim ku pêdivî bi alîkariyê heye.”
‘Min hêvî û berxwedana wan mirovan dît’
Xwendekara dibistana Amadeyi Dilan Sultan Armutlu ya ku li gel Mala Piştevaniyê ya jinan çuyî Pirsusê jî da zanîn ku dema ew gihiştine li wê kombûna zarokan ya derdora otobûsê ew gelek hestiyar kirine. Dilan destnîşan kir ku dema despêkê ew ji bo çuna Pirsusê fikiriye pir bi kelecan bûye û wiha domand: “Min li wê hêvî û berxwedana wan mirovan dît. Ji ber wê jî ji vêderê alîkarî birin û bi xwe dayîna wan ji bom in tuştek cudaye. Min heskirina zarokan li wê dît.” Dilan anî ziman ku li wê rêxistina jinan û bi xwe li xwe xwedî derketina wan ew gelek bandor kiriye û wiha berdewam kir: “Weke jinek cuwan çuyîna li wê û dîtina wê berxwedanê giringe. Alîkarî ji vêderê birin û bi xwe dayîna wan hîn zêdetir cudaye. Me li wê kêmanî û pêdiviya bi alîkariyê dît. Ji ber wê jî kampanyeya me ne qidiyaye dê nû despêbike. Her ku diçe dê kampanya berdewam bike.”
‘Kampanya di çarçoveya pêdiviyan de berdewam dike’
Ji rêveberên mala piştevaniyê Gulten Uzum jî anî ziman ku dê ji niha û şun de kampanyeya “Pira xwişkan” li gorî pêdiviyan berdewam bike û wiha got: “Dema ku em çun li wê me kêmanî zêdetir dîtin û em êdî baştir dizanin pêdiviya wan biç î heye. Pêdiviyî herî zêde bi tiştên weke bezê zarokan, mama, pedê jinan û gelek tuştên dinê heye. Emê ji niha û pêde zêdetir xebatên xwe bidin ser komkirina van tiştan.”
‘Deruniya şer bi hilberînê di avêjin’
Gulten balkişande ser atolyeya li Pirsusê vebûye û wiha domand: “Ji bo jin deruniya şer ser xwe bavêjin tevlî xebatên atolyeyê bûyîn ji bo wan gelek giringe. Di heman demê de pêdiviyên mirovên li wê jî dabîn dikin. Li wê kreşek heye, ev jî şertên jiyana wan ya li wê didin diyar kirin. Di konbajarekê de jiyan kirin gelek zore.” Gulten da zanîn ku jinên li wan konbajaran dijîn daxwaza wan ya vegera li axa xwe heye. Gulten bilêv kir ku jinên li wan konbajaran êdî bidawîbûna şer dixwazin û wiha berdewam kir: “Jinên li wan konbajaran dixwazin êdî hikumet hinek di aliyê çareserkirina pirsgirêkê de cidî nêz bibe, ji ber heger hinek cidî nêzî pirsgirêkê bibana dê bixistana meryetê jî. Her wiha jinan dan zanîn ku dewletê alîkarî nedane wan konbajaran, tenê şaredariya Pirsusê li gorî derfetên xwe û alîariya ji derdorê tê pêdiviyên xwe dabîn dikin.”
(zt)

