Em bi hêvî çûn nexweş vegeriyan

10:14

 


JINHA


RIHA - Malbata dayika Ewêş Qadir Şêxo ya ku ji gundê Qoşlê yê Kobanê necarman ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warê xwe bi terikînin û hatin li Hatîplera Antalyayê bi cih bibin. Malbata dayika Ewêş diyar kir ku ji ber biryara walîtiyê ya ku di got ev cihek torîstlike hûn mêvanîn em kar nadin we em rastî zext û zehmetiyan hatin. 

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyê DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cih bibin. Welatiyên Kobanê dema hatin li herêmê bi cih bûn jî rastî zext, zordarê û nêzikatiyên binpêkirina mafan yê Dewleta Tirkiyeyê hatin. Gelek malbatên Kobanê yên ji ber ku li herêmê tu kes nas nedikir necarman ji bo debara zarokên xwe ketin li ser rêyên xerîbiyê û li bajarên Tirkiyeyê bi cih bûn. Ev malbatên li bajarên Tirkiyeyê bi cih bûn jî rastî hemû zext û zordariyê tên. Yek ji van malbatan jî malbata dayika Ewêş Qadir Şêxo ye.

‘Em tu karî nadin we’

Welatiyê bi navê Mihemed Heckemêr (38) ji gundê Qoşlê yê Kobanê ye got ku dema ku em derbazî bakurê Kurdistanê bûn, me tu kes nas nedikir ji bo kar û xebatê em necarman ku li Antalyayê bi cih bibin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî li ser axa me kir hemû malên me wêran kirin em neçarman ku hatin herêmê. Lê belê ji ber biryara walîtiyê ya ku di got ev cihek turîstane hûn mêvanin em kar nadin we. Ji ber vê biryarê em rastî gelek zehmetiyan hatin. Ji bo me di gotin hûn ji Rojava hatine em tu karî nadin we."

‘Em nikarin bi pereyan jî dermana bikirin’

Welatiyê bi navê Mihyedîn Îsmaîl (41) jî da zanîn ku dema ku çûn Antalyayê gelek zehmetî kêşan û wiha got: “ Dema ku em hatin bakurê Kurdistanê cem zarokên xwe tu kar ne bû û em neçarman ku li Antalyayê bi cih bibin. Tu pereyê me tunebû, pereyê heyî ji me kir mesrefa rê. Dema ku em çûn ji me re gotin ku kar tuneye. Em çûn gundê Hatîplera navçeya Manavgata Antalya yê. Lê li wir jî me kar nedît. Zarokên me nexweş ketin em çûn nexweşxaneyê lê gotin em derman nakin. Me jê re got em ê pere bidin we lê zarokên me derman bikin. Gotin em ne bi pere ne jî beleş we derman nakin. Nexweşekê me yê giran hebû li wir derman nekir.”

‘Tevî ku ez kalim û nexweşim dermanê ser êşê jî nadin min'

Dayika Ewêş Qadir Şêxo (70) jî zor û zehmetiyên jiyan kirin wiha anî ziman: “ Em gelek li cihan rawestiyan heya em çûn Antalya yê gelek pereyê me çû. Em li wir rojan xebitîn û gotin me herin karê we cem me tuneye. Dema em hatin jî pereyê me bi xebata xwe qezenckirî me da heqê rê. Ez nexweşim dest û pişta min xwe nedida ber min. Dema ku ez li wir çûm nexweşxaneyê dermanê ser êşê jî neda me. Em çûn bijîşkê taybet wan jî ji me re gotin em we bi pere jî derman nakin.”

(kom/zt)