‘Êrîşa li Kobanê li dijî modela jiyana azad û wekhev e’
10:38
JINHA
RIHA - Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sirgunên Ewropayê Leman Stehn ku ji Elmanyayê bo piştevaniya Kobanê hat sînor got: “Li Rojava, Kobanê modelek ku hemû çand bi hev re dijîn hatin afirandin. Êrîş li dijî vê jiyan û modelê ye.”
Berxwedana YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi çalakiyên operasyona paqijiyê didome. Welatiyên li xeta sînor nobeta xwe didomînin jî bi piştgiriyên ji her çar aliyê cîhanê her ku diçe mezin dibe. Endama Lijneya Rêveber a Meclisa Sirgunên Ewropayê Leman Stehn ku bi armanca piştevaniya Kobanê ji Almanyayê hat da zanîn ku Kobanê û Rojava rastî êrîşên îdeolojîk tên.
Hedef modela Rojava ye
Leman da zanîn ku ji bo Rojava û Kobanê hatiye xeta sînor û got êrîşên li dijî Kobanê li dijî jiyana azad û wekheve û wiha got: “Li Rojava û Kobanê ji bo mirov di nava şert û mercên wekhe vde bijîn, modelek hat afirandin. Têkoşîna vê didin. Ev êrîş li dijî vê modelê ne. Bi êrîşan ne tenê erdnîgariya fîzkî di heman demê de îdeolojî jî tê hedef girtin. Divê em bi nêrînek enternasyonalîst li Kobanê û Rojava binêrin. Li Kobanê mirovahî di alî îdeolojîk de rastî êrîşan tên. Di îdealên me de tu berjewendî tune û berovajî vê hewldana avakirina siberojên adîlane ne. Pergala kapîtalîst hewl dide vê asteng bike.”
Li Ewropa berxwedana Kobanê gelek tê meraqkirin
Leman bilêv kir ku li Ewropayê modela Rojava û berxwedana Kobanê gelek tê mereqkirin û wiha axivî: “Min silavên hemû hevalan ji wir anîn. Gelek hevalên me nekarin bên vir, lê ruhê wan û dilê wan bi me re ye.” Leman balkişand ser rola jinê ya di şoraşa Rojava û berxwedana Kobanê de û got: “Di berxwedanê de pozîsyonek pêşeng a jinan heye. Ev jin di nava berxwedanek mezin de ne. Dema jin li vir berxwe didin nîşanê hemû cîhanê didin ku serdestiya mêr çaswa hatiye hilweşandin.”
'Ya zarok dijîn travma ye'
Leman çavderiyên derberên gundên li ser sînor de jî vegot û balkişand ser zarokên mexdur yên şer û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên ji Kobanê hatin li vir bajarê xwe dema bomebaran dikin temaşe dikin. Ev yêk travmayeke mezin e. Ji bo pêşeroja me zarokan divê hemû kes a ji destê wan tê bikin. Pêvîst me ji wan re dibistanan çêbikin. Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin divê şert li vir bên afirandin.”
(zt)

