Li Kobanê berxwedana jinê balê dikêşe

10:46

 


JINHA
KOBANÊ
- Hîva Huso ya ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 8 zarokên xwe û hevserê xwe şand Pirsûsê û ew bi xwe jî li Kobanê ma û di yekîneyên asayîşê de cih girt û bajar terk nekir û wiha got: "Her dayik ji zarokên xwe hez dike û ji her tiştî bêhtir girîngiyê dide wan, ez jî bi heman rengî me. Lê belê bila her kes vê baş bizanibe, ax û azadiya mirov hesteke ji wê hezkirina pîroz a zarokan girantir e."

Berxwedana Kobanê ya li dijî dagirkeriyê ku di bin pêşengiya jin, ciwan û extiyaran û pêşengiya YPG/YPJ'ê tê meşandin, ket roja 121'an. Li bajarê ku berxwedan lê bi biryardarî dimeşe û her roj derbên giran li çeteyan tê xistin de, têkoşîna jinan bala tevahiya cîhanê kişandiye ser xwe. Li gorî nûçeya rojnameger Çagdaş Kaplan û Mehmet Zekî Çîçek  dayika 8 zarokan Hîva Huso ya ji destpêka berxwedanê ve wezîfeya asayîşê dimeşîne, yek ji jinên li Kobanê li ber xwe didin.

Berê Helep niha jî Kobanê

Dayika 8 zarokan Hîva Huso (40) ku zarokê wê yê herî biçûk 5 salî yê herî mezin 19 salî ye, li Helebê piştî êrîşa rejîmê bi hevser û zarokên xwe re hat Kobanê û li wir bi cih bû. Huso ku dilê wê bi berxwedanê lê dide, piştî ku malbata xwe li Kobanê bi cih kir, ji bo di nava yekîneyên asayîşê yên ku li taxên Kurdan ên Helebê de cih bigire, vegeriya Helebê. Dema peywira xwe ya asayîşê bicih anî hevalên wê ji bo ji zarokên xwe dûr nebe ew şand Kobanê û niha li Kobanê peywira xwe ya di yekîneyên asayîşê de berdewam dike.

Huso piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dest pê kirin zarokên xwe Rûhat, Rosela, Rêber, Rojda, Zozan, Hêvîdar, Mûhammed, Hindirîn û ji bo pê re eleqedar bibe hevserê xwe şand Pirsûsê û rojekê jî ji Kobanê derneket. Huso ku niha bi wezîfeya xwe ya asayîşê radibe, her çend hesreta wê ya zarokên xwe roj bi roj mezin dibe jî, bi bawer e ku têkoşîna jinan wê çeteyan têk bibe û zarokên wê jî vegerin Kobanê.

'DAIŞ dê têk biçe'

Huso bi rûkenî, li nava kolanên Kobanê bi çeka li ser mil, digere û ewlekariyê dike. Huso got, "Min bajarê xwe terk nekir. Ji ber ku DAIŞ çiqasî hov dibe bila bibe, neçar e li pêşberî vîna jinê winda bike. Bi mayîna li vê derê re, ji bo bi wan bidim windakirin ez li vir li ser wezîfeya xwe me. Çi dikin bila bikin çete wê winda bikin. Ji ber ku me weke jinên xwedî vîn û bi rêxisitn ên Kobanê biryar dan ku heta dawiyê şer bikin."

'Her tişt ji bo zarokan'

Huso da zanîn ku civakeke ji Tevgera Azadiyê bawer dike û xwe bi felsefeya Apoyî bi hêz kirî ji bo wan nasnameya zayendî girîng nîn e û wiha got: "Em herî zêde li hemberî vî mejiyê serdest ê dixwaze jinê li malê û xwedîkirina zarokan mehkûm bike, şer dikin. Her dayik ji zarokên xwe hez dike û ji her tiştî bêhtir girîngiyê dide, wan, ez jî bi heman rengî me. Lê belê bila her kes vê baş bizanibe, ax û azadiya mirov hesteke ji wê hezkirina pîroz a zarokan girantir e. Ji ber ku eger em dûrketina ji zarokên xwe didin ber çavê xwe û vê xakê diparêzin, ev yek ji bo pêşeroja wan zarokan e."

(zt)