Pêwîste hemû gelê kurd û ereb li hemberî DAIŞ'ê bibin yek

10:52

 


JINHA


RIHA - Bav û birayê Mihemed Zaza yên fermandariya ketîba Zaza ligel şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin diyar kirin ku ne tenê gelê kurd tevahî gelê cihanê rabin li ser piyan ji bo rûmeta cihanê Kobanê şer bikin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 15'ê îlonê bi armanca dagirkirina Kobanê destpêkir di roja 121'an de bi berxwedaneke dîrokî dewam dike. Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cih bibi û bibin penaberên welatê xwe. Di berxwedana dîroki ya Kobanê de li gel refên YPG/YPJ'ê ketîbeya Zaza, Şems-Î Şîmal û Cebhet-El Ekrad weke tabûrên ereb li gel YPG'ê cih digirin. Ketîbeya Zaza ya di fermandariya Mihemed Zaza de hatiye ava kirin li Kobanê ligel şervanên YPG'ê bi çeteyên DAIŞ'ê re şer dikin. Piştî Mihemed Zaza jiyana ji dest dide birayê wî Hemza Ebûd cihê birayê xwe digre. Bavê Mihemed Zaza bi nav El-Ebûd, El-Omer li konbajarê AFAD'ê de dimîne diyar kir ku divê her kes ji bo Kobanê seferber bibin û alîkarî ji destê kê tê bila bikin.

Ruhê me û YPG'ê yek

El-Ebûd anî ziman ku berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê û Ketîba Zaza didin meşandin ne ji bo Kobanê tenê ye, ji bo hemû mirovahiyêye. El-Ebûd diyar kir ku me dixwest hemû welatiyên ereb li pişta Kobanê derkevin û wiha got: "Em kurd û ereb her tim li cem hev in. Em bûne parçeyek laşê hev. Ev ne alîkarî ye, ev peywîra me ye. Divê em jî Kobanê li hemberî van çeteyên hovane bi parêzên. Xwezya gelê meyî dinê jî di vê hişmendiya de ba. Ev çete her yek ji derekê hatinin û êrîşî Kobanê kirin. Bi çi sedemê, bi çi hişmendiyê we Kobanê di bin bombeyan de hişt û wêran kir? Xwedê vê yekê li cem wan nahêle. Ez ji bo kurê xwe Zaza jî qet ne xemgîn im. Ger wî Kobanê ne parastiba serê min her tim li erdê ba. Ez bi kurê xwe serbilind im ku ji bo Kobanê şehîd keti ye. Ruhê me û YPG'ê yek e. Em dixwazin welatê xwe ji çeteyan xelas bikin û vegerin welatê xwe."

'Em ê bi gelê kurd re van ji cihanê xelas bikin'

Birayê Zaza Hisên Ebûd jî diyar kir ku ew jî di nav şer de bû ji ber ku birîndar bû ye hatiyê Pirsûsê. Hisên destnîşan kir ku ji bo Kobanê nekeve, divê hemû kes biçe Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer bike. Hisên got ku di nav ketîba wan de nêzî 40 şervan hene û li hemberî DAIŞ'ê rojavaya Kobanê di perêzin û wiha axivî: "Kobanê cihekî bi çûke lê belê edî bi vê berxwedana dîrokî deng da û li cihanê de bû mijara yekem. Berxwedana Kobanê di roja 121'an de bi hemû hêza xwe berdewam dike şervanên me bi çekên sivik ligel tang û topan berxwe dide û her diçe YPG/YPJ'e pêş de diçe. Ev çeteyên DAIŞ'ê li serê mirovan bûne bela û bi cihanê ketine. Tu kes li hemberî wan nasekinin. Yên vana tune bikin jî gelê kurd û erebin. Divê em li hemberî van hovan bibin yek. Ez baweri ku azadiya Kobanê nêz e û Kobanê dê ji van tiştan paqij bibe."

(kom/zt)