'Ger bimrim bila min li Kobana Azad defin bikin'
11:16
JINHA
RIHA - Hecî Dîndar Besgîn yê 63 salî ku bi enerjiya xwe ya poztîf li gundên berxwedanê dibe çavkaniya moralê, bi nobeta ku 102 rojan girt re got: “Ger hewce be ez ê 102 rojê din jî li vir bim.” Besgîn got ku wesyeta wî ev e ku ger bimire bila wî li Kobanê defn bikin.
Welatiyê bi navê Hecî Dîndar Besgîn yê 63 salî ku ji Sîlpiya Şirnexê hat û bê navber li gundê Mehserê ev 102 roje nobet girt got: “Ev der cihê namûs û şerefê ye. Ji ber vê ez hatime vir.” Besgîn ku ligel temenê xwe yê mezin li gundên berxwedanê nobet digirt, bi enerjiya xwe ji bo welatiyan bû çavkaniya moralê. Besgîn da zanîn ku ev 102 roje di nobetê de ye û got her hewce be wê 102 rojên din jî li vir bimîne.
Hezkirina Kobanê
Li gundê Mehser û Miseynterê berxwedana nobetê ligel şert û mercên zehmet yên zivistanê bi tevlibûna sedan kesî didome. Hecî Dîndar Besgîn jî di hemû xebatên ku li ser jiyana kolektîf tê kirin de cih digire û di dema çêkirina xwarin, belavkirin, girtina nobetê, paqijya derdorê de her tim di nava tevgerê de ye. Besgîn bi tena serê xwe berê xwe dide Kobanê û dirûşmeyan berz dike û carna jî bi gelek ciwanan re rudine sohbetê dike û carna jî di serê zincîra mirovahiyê de cih digire. Besgîn wiha got: “Ez nacemidim. Ji ber ku agahiyên ji Kobanê tên dilê min germ dikin. Wesiyeta min ev e; Ger bimrim bila min li Kobana Azad defin bikin.”
(zt)

