Zarokê 8 salî: Ji bo Kobanê birîndarbûn cihê şanaziyêye

11:25

 


JINHA


KOBANÊ - Zarokê kobanê Şewket Ehmed ê ji ber teqîna topeke hawanê  ji destê xwe  birîdar bûyî, ji ber ku herêm neterikandiye û birîndar buye kêfxweş e.


Zarokê bi navê Şewket Ehmed ê 8 salî û ji gundê Qasimiyê yê herêma Kobanê ye, li herêmê ji ber teqîna topeke hawanê di nava welatiyên sivîl de beriya mehekê ji destê xwe  birîndar bû. Ji bo dermankirinê malbatê Şewket anîn herêmê û dermankirina wî berdewam dike. Li gorî nûçeya rojnameger Nazdar Ebdî Şewket ku niha dîsa vegeriyaye herêmê ji ber birîndariya xwe kêf xweş e û dîsa jî derketinê tercîh nake û wiha got: “Ji ber ku ez yek ji birîndarên Kobanê me ez kêfxweş im.”


Zarokê 8 salî Şewket li ser birîndariya xwe wiha got: “Min ji gund pir hez dikir, lê nikaribûm lê bimînin. DAIŞ bi tangê êrîşî gundê me kir. Lê naxwazim ji Kobanê derkevim. Ez jê hez dikim. Ez birîn bûm ji destê xwe ve. Niha tevî ku diêşe jî, lê dîsa jî pê kêfxweş im. Min di vî şerî de xwîna xwe da û çend çîlk tevlî çîlkên xwînda YPGeyiyan kirin."


(zt)