Li Mersinê jinek hat qetilkirin
11:46
JINHA
MÊRSÎN – Li navçeya Torosan ya Mêrsînê Nurcan Biyikli ya 51 salî di malaxwe de qirika wê jêkirî hat dîtin.
Nurcan Biyikli ya 51 salî di mala xwe ya li ser cadeya Aşik Veysel a taxa Guneykent ya navçeya Torosan ya Mêrsînê qirika wê jêkirî hat dîtin. Keça Nurcan Biyikli ya diya 2 zarokane Ozlem Biyikli bi telefonê xeber da cîranên xwe û ji wan alîkarî xwest. Dema ku cîranan bi zorê derîv vekirin dîtin Nurcan bê giyan din ava xwînê de geviziye.
Cenazeyê Nurcan Biyikli ji bo otopsiyê rakirin Morga Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Ji bo ronîkirina bûyerê lêkolîn hatin despêkirin.
(zt)
