Berxwedana Kobanê di roja 121'an de hat silavkirin
12:00
JINHA
RIHA - Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 121'an de berdewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Misenyterê nobetê digirin jî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin.
Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 121'an de berdewam dike. Berxwedana li ser sînor her roj bi kelecan û tevlîbûna nû dewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Misenyterê nobetê digrin jî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin rakirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi merşa "Çerxa şoreşê" û dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û " Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" dengê xwe gihandin Kobanê.
Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê welatiyan dest bi paqijiya derdorê kirin.
(zt)

