Ji ber 3 meh in bêceryan in rê ji trafîkê re girtin

18:22

 


JINHA


RIHA  - Bi sedan welatiyên taxa Aligor a navçeyê Pîrsus a Rihayê ji ber ku 2 meh in ceyranên wan tuneye riya Rihayê ji trafîkê re girtin. Welatiyan bang li midûriyeta TEDAŞ'ê kirin ku pirsgirîka ceryanê çareser bikin.

Welatiyên taxa Aligorê ya bi ser navçeya Pirsûsê ya Rihayê ev 2 meh in bê ceryan in. Welatiyan ji bo şermezarkirina DEDAŞ'ê û ji bo ku pirsgirêka wan a ceryanê bê çareserkirin çalakî li darxistin û riya Riha û Pirsûsê ji trafîkê re girtin. Welatiyên di wesayîtên xwe de jî piştgirî dana çalakiyê. Piştî demekî bi sedan leşker bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê.

‘Hêj zarokên me ceyranê nas nakin’

Piştî ku leşker hatin cihê bûyerê di navbera gel û leşkeran de demeke alozî derket. Piştre welatiyan ku di nava xwe de nûnerek hilbijartin leşkeranv e hevdîtin pek anî. Li ser soza ku dê Qaymeqamê navçeyê Abdullah Çîftçî bê cihê çalakiyê û hevdîtinê pêk bîne welatiyan rê ji trafîkê re girtin.

Ji welatiyên navçeyê yê bi navê Îbrahîm Budak ê li hemberê rewşa heyî nerasîbûn nîşan da wiha axivî: “ Ev 3 meh in ceyranên me tunene. Em li DEDAŞ’ê digerin lê bersivê nadin me. Hemû malzemeyên me yên ceyranê xira bûne. Sîgortayên heta hemû pêdiviyên ceyranê welatî bi xwe dikirin. Zarokên me yên nû ji dayîk bûn hêj ceyranê nanasin. Dibêjin hûn ceyrana qaçax bi kar tînin lê ceyran tuneye ku em ya qaçax bi kar bînin. Em ji ber vê çalakiya xwe pêk tînin.”

(kom/zt)