Li taxên Amedê ser sal hat pîrozkirin
09:12
JINHA
AMED – Li Surê ser sal bi rengekî kurdewarî hat pîrozkirin
Şaredariya Bajarê mezin a Amedê, Navenda Çand û Hunerê a Dicle Firat û Meclisa Taxa Lalebey'ê bi hev re amadekariyek kirin û roja ser sala kurdî li taxa Lalebey a navçeya Sura Amedê pîrozkirin. Destpêka pîrozbahiyê, bi sedan kes li Qonaxa Cemîl Paşa kombûn. Girse bi dengê def û zurneya kurdî ji Qonaxa Cemîl Paşa bi rêketin û berê xwe dan nava taxan. Di nava girseyê de endamên Koma Şanoyê ya Yekta Hêvî bi cil û bergên kurdî li deriyê malan didan û geşata xwe ya ser salê dixwestin. Girseyê bi yek dengî bang dikirin " Ser sala we pîroz be" û " serê salê binê salê xwedê azadiyê bide vî welatî " li nava taxê digeriyan. Piştî li hevdana geştan girse vegeriya Qonaxa Cemîl Paşa bi dengê def û zurnê govend gerandin.
Piştî govendê tûrikên biçûk yên tijî Mewîj, Nok, Findeq û Şekir li zaroakn hatin belav kirin.
(şh/zt)

