'Ez dixwazim li ser heriya Kobanê bilîzim'

09:23

 


JINHA


RIHA - Welatiya bi navê Wahîde Mistefa (39) di konbajarê Arîn Mîrkan de bi cih bûye û li benda vegera welatê xwe ye diyar kir ku tu kes nikarê êdî wan ji Kobanê dûr bixe û wiha got: "Em dibêjin em ê vegerin welatê xwe, Dewleta Tirkiyeyê jî dibêjin 'neçin Kobanê, di konên me de bimînin'. Bi saya Kobanê êdî her çar aliyên Kurdistanê bûn yek." Zaroka bi navê Şîlan a 3 salî jî hestên xwe wiha vegot: "Min bêriya Kobanê û Şêranê kiriye. Ez ji Kobanê hez dikim. Ez dixwazim bi heriya Kobanê bilîzim."


Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn bi operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê kêfxweş û bi kelecan in. Bi welatiyên li Pirsûsê li konbajaran dimînin benda mizgînê ne. Ji van yek jî welatiya bi navê Wahîde Mistefa (39) ya bi 3 zarokên xwe ve hatiye Pirsûsê û di konbajarê Arîn Mîrkan de bi cîh bûye û le benda vegera welatê xwe ye. Wahîde bi lêv kir ku ew û sê zarokên xwe bi zorê ji ber çeteyên DAIŞ'ê xwe xilas kirinin û bi awayekî dijwarî gihaştiye Pirsûsê. Wahîde got ku dema li Kobanê bûn rewşa wan a aborî baş bû û hemû malê xwe li Kobanê hiştine lê, ji bilî rizgariya Kobanê tiştekî naxwaz e. 

Wahîde diyar kir ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê û daxwazya wê ew e ku rojekê berî rojekê biçe ser axa Kobanê. Wahîde gotina çeteyên DAIŞ'ê ku goti bûn "em ê nimêja cejna remezanê li Kobanê bikin" bi bîrxist û wiha axivî: "Ev çeteyan dema gotin em ê nimêja cejna remazanê bikin vala derket. Piştî vê gotinê dema êrîşî Kobanê kirin lê Kobanê ji bo wan bû goristan. Heval laşên wan kirin qurbana Kobanê. Dema cejna qurbanê dîsa gotin û dîsa jî li Kobanê nimêj nekirin. Ji ber vê yekê her çûn hêrs dibûn û qirêjên xwe bera ser Kobanê kirin. Her dihatin nimêjê, hevala wan dişandin gorê. Em tu carî axa xwe ya pîroz ji van çeteyên hov re nahêlin."


'Bi saya Kobanê her çar perçe kurdîstan bûn yek'

Wahîde anî ziman ku Dewleta Tirkiyeyê ji bo gelê Kobanê venegerin Kobanê hewl didin û ji bo Kobanê teslîmî çeteyan bikin. Wahîde destnîşan kir ku ji van hewldana wan yek jê konbajaran AFAD'ê ye û wiha pê de çû: "Em dibêjin em ê vegerin welatê xwe, Dewleta Tirkiyeyê jî dibêjin 'neçin Kobanê, di konên me de bimînin'. Rizgariya welatê me nêz e. Tu kes nikarê êdî me ji Kobanê dûr bix e. Em kurd besî hev in. Tu pêdiviya me ji kesên dinê tune ye. Bi saya Kobanê êdî her çar perçeyên Kurdîstanê bûn yek û yekîtiya kurdan her diçe xurt dibe. Şervanên me yên YPJ/YPG'ê li Kobanê ew çeteyên hov rawestandin û nehiştin Kobaniya me ya rengîn bikeve."

Bêgûman di vî şerê qirej ê çeteyên DAIŞ'ê gelek zarok jî ji aliyêkî derûniya wan xira bû ye û gelek jê jî travma derbas kirin. Di nav van Zarokan da yek jê zaroka 3 salî ya bi navê Şîlan e. Şîlan bi temenê xweyî biçûk heta zimanê wê dizîvirîn e bêrîkirina Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wiha vedibêje: "Min bêriya Koanê û Şêranê kiri ye. Ez ji Kobanê hez dikim. DAIŞ pîs e. Miravan bi kêrê jê dikin. Bila ew bimrin. Ji Kobanê biçin. Ez dixwazim bi heriya Kobanê bilîzim, ev der ne xweş e. Bijî berxwedadana YPG-YPJ'ê." 

(kom/zt)