Ji bo zarokên xwe hêviyên xwe mezintir dikin
09:33
JINHA
RIHA - Dayikên ku li ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne û hatine Pirsûsê di konbajaran de dimînin diyar kirin ku ew bi zarokên xwe yên di nava refên YPG/ YPJ û HPG'ê de şer dikin ser bilind in û ew ji bo zarokên xwe hêviyên di dilên xwe de mezintir dikin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yê li dijî Kobanê bi sed hezaran welatî koçber bûn û hatin li bakurê Kurdistanên. Her welatiyek xwedî çîrokekî balkêş, xwedî jan û şehîdên wan hene. Dayikên ku li konbajarê Rojava ya li navçeya Pirsûsê dimînin diyar kirin ku ew bi şehîd û şervanên xwe re serbilind in û heta dawiya xwîna xwe bi dê di riya şehîdên xwe de bi meşin. Dayîka bi navê Bediya Mihemed Elî ya 41 salî jî yek ji wan dayikan e û di nava refên YPG û YPJ'ê de şervanên wan hene û şehidên wanj î hene. şehîdên
Ji bo birayên xwe silav şandin
Dayika Bediya da zanîn ku xwîşka wê Zuhat Kobanê (Engîzek) di nava refên YPJ'ê de ye û wiha axivî: “ Ez bi şervaniya xwîşka xwe serbilind im. Her wiha ji her 3 xwîşk û birayên xwe yên din jî silavên xwe ez peşkeş dikim. Birayekî min lingê wî jê bûye, ez wî maçî dikim.” Bediya da zanîn ku malbata wan malbatekê welatparêz e wiha berndewam kir: “ Keça min Pervîn a bi nasnav Mizgîn dema ku li Kobanê mamosteyek mezin bû. niha di nava refên HPG’ê de şervan e. Ez slav û rêzên xwe ji wê re pêşkêş dikim. Her dayîk ji bo zarokên xwe hêviyekî di dilê xwe de şîn dike. Ez jî hez dikim ku hem birayên min hem jî keça min j imin re nameyek an jî telefonekê bike.”
‘Serkeftinê dixwazim’
Dayika Bediya ji ber şervanên xwe stranek got û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Ez her tim ji ber şervaniya wan serbilind im. Em di riya wan de ne. Ez serkeftinê jê re dixwazim.”
(kom/zt)

