‘Ramanên Rêber Apo li Rojava şîn bû'
09:37
JINHA
RIHA - Dayika Şems Ehmed ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma cih û warê xwe terkir û hate Pirsûsê bi cih bû. Şems diyar kir ku şoreşa Rojava li ser fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye sazkirin û ji bo vê jî herdem dê serbikeve.
Di nava şoreşa Rojava de gelek nirx hatin afirandin. Di destpêka şoreşa Rojava de heta îro dayikên Rojava bi sekna û berxwedana xwe ji bo tevahî cihanê bûn mînak. Her dayika ku çîroka xwe vedibêje destpêka axaftina xwe de wiha dibêje: “Me piştî hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Êzidiyên Şengalê dît û me dît ku zarok û jinên wan di bazaran de tên firotin, me jî ji bo şeref û namûsa xwe xilas bikin em hatin bakurê Kurdistanê.”
‘PKK'ê em kirin xwedî raman'
Dayika Şems Ehmed (40) anî ziman ku jiyana wê bi awayekî zor û zehmetî derbasbûye û wiha got: “Dema ku ez li mala bavê xwe bûm min tu xêr nedît. Dema ku bavê min jiyan xwe ji dest da ez hêjî biçûk bûm. Piştî mirina bavê min dayika min zewicî û ez 2 birayên xwe bi tenê man. Me dibin şert û mercên herî zehmet de jiyan kir. Birayê min tevlî nava refên PKK'ê bû. Dema birayê min birîndar dibe hikûmeta Tirkiyeyê wî radestî Sûriyeyê dike. Zilmek gelek dijwar dît. Piştî birayê xwe ez jî ketim di nava tevgerê de çi ji destê min dihat min jî dikir.Wê demî gelek tirs hebû lê dîsa em bi re eleqeder dibûn em dixebitin. Niha şervanên me derketine, şoreşger derketine. PKK'ê em kirin xwedî raman. Rojava birayê biçûk bû lê bi êşa xwe ve mezin bû."
‘Rojava biçûk bû lê bû dengê cihanê’
Dayika Şems balkişand li ser serhildanên kurdan û wiha axivî: “ Her dem gelê kurd li ser piyane lê ji ber ku bê rêber bû her dem serhildanên wan dihatin rûxandin. Piştî Kurdistan kirin 4 perçe, perçeyên herî mezin bakurê Kurdistanê bû. Me hemû hêviyên xwe li ser bakur avakirin lê Rojava bi berxwedana xwe pêşengtiya şoreşê kir. Lewra welatê xwe bi awayekê zanebûn nirxand û xwedî lê derket.”
‘Em xwedî Rêberin’
Şems da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewletên dagirker hatiye avakirin û wiha got: “ Piştî ku li Rojava şoreş pêk hat dewleta Tirkiyeyê, Qatar, Erebê Siudî û Beşer çete bi rêxistin kirin û şandin li ser Rojava. Di Rojava de YPJ/YPG heye PKK heye û bi pergala wan ve tê avakirin. Rojava bi ramanên Rêber Apo şîn bûye wê çawan were rûxandin? Ji berya niha dikarin ev tişt bi serê me kiriban lê niha tu hêz nikare weke berê nêzî gelê kurd bibe. Dewlet çiye? Hovitiya xwe de dibêjin ku gelê kurd ne misilmane. Em ji wan zanatirin, em ji wan misilmantirin, em xwedî Rêberîn, em xwedî hêza YPG/YPJ û PKK’ê ne û em ji tirsonekan na tirsin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê şer bikin û em tu perçeyên Kurdistanê ji wan re na berdin. ”
‘Silav ji bo Rêber Apo’
Dayika Şems bi van axaftinan gotina xwe dawî kir: “ DAIŞ’ê nizane ji bo çi heye û xizmeta çi dike. Eger heval banga vegera Kobanê bikin ez ê vegerim Kobanê ya xwe. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdên nemir û şervanan ditewînim. Slav û rêzên min ji Rêber Apo re dişînim.”
(kom/zt)

