Hêza parastina jinên Êzidî: YPJ Şengal

10:45

 


Asiye Tekin-Rojin Deniz/JINHA


ŞENGAL – Jinên Êzidiyên din ava Yekineyên Parastina Şengalê de cîh digirin YPJ Şengal avakirin. Ji Fermandarên YPJ Şengal ê Hêlîn banga tevlîbûna jinên Êzdiya nava refên YPJ Şengalê kir û got: “werin tevlî vîn, hêz û azadiya jinan bibin. Êdî hêzek ya me jinên Êzidiyan heye. Niha jinên beşdarî nava refên YPJ Şengal bûne pişt dane hev û şer dikin. Heta ku em 5 hezar jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê dernexin jiyan, xwarin, vexwarin ji bom e nîne û emê bi rehetî serê xwe nedanin ser balgiyekê.”


Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengalê jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirin û di 6’ê Kanûna sala 2014’an de (Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê) YPJ Şengal avakirin. Jinên Şengalê xwe di azadiyê de kilît kirine û di eniya berxwedanê de cîh girtine. Çeteyên DAIŞ’ê jin hedef girtine û tayîbetî êrîşî jinan dikin. Jinên Şengalê jî li hemberî wan parastina xwe ya cewherî pêşdixin û li hemberî kolekirina jinan, ji bo azadiya jinan têdikoşin. Ji Fermandarên YPJ Şengalê Hêlîn Şengal wiha dibêje: “Heta di Şengalê de jin azad nebe Şengal azad nabe. Heta jin di Şengalê de bi azadî nejî, dê Şengal jî azad nebe.”


‘Emê tucarî situyê xwe neçemînin’


Ji Fermandarên YPJ Şangal Hêlîn Şengal diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi fermana 74’an xwestine gelê Êzidî tune bikin. Hêlîn da zanîn ku piştî fermanê ji bo parastina gelê Êzidî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatin avakirin. Jinên din ava YBŞ’ê de jî cîh digirtin bi awayek tayîbet xwe bi rêxistin kirin û YPJ Şengal avakirin. Hêlî anî ziman ku piştî êrîşan pêdiviya bi avakirina hêzên parastina jinan hat dîtin û wiha got: “Ser kurdên êzidî de hatina fermana 74’an ji bom e gelek giran hat. Di qirkirinê re derbasbûna jinan û qetilkirina zarokan em gelek dan zorê. Em gelê Êzidiyên di vê qirkirinê re derbasbûne û li ber xwe didin silav dikin. Armanca vê fermanê tunekirina gelê Êzidî bû. Lê li bemberî wê bilindbûna berxwedanê diyar dike ku ev gel bi fermanan naqede. Ya ku gelê me jiyan kir gelek bi êşbû. Hîna li Şengalê cenazeyên dayîk, zarok û bavan di malan de û li erdanin. Mirov nikare van bîne ziman.”


‘Em di parastina jinên Êzidî de dereng man’


Hêlîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber parastina me jinên Êzidiya cewherî nebû 5 hezar jinên me ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Em rexnedana xwe didin jinên Êzidî. Ji ber em di parastina wan de dereng man. Me yên digotin ‘Emê we biparêzin’ paşê pişta xwe dane me û çune dîtin. Piştî dîtina wan me YBŞ avakir. Niha jî me Hêza Parastina Jinên Şengalê YPJ Şengal avakir. Ji niha û pêde emê desturê nedin yên bêjin ‘Emê we parêzin.’ Ji ber heya niha jinên Êzidî pişta xwe dane kê despêkê wan ji piştê ve lêxistine. Emê êdî bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin. Emê weke gelê Êzidî ciwanî, kal, jin, mêr, dayîk her kes bikevin nava rêxistinbûna avakirina hêza cewherî û bi xwe parastina xwe bikin.”


‘YBŞ bawerî daye gel’


Hêlîn da zanîn k udi despêka avakirina YBŞ’ê de gelê Êzidî bi xwe bawernebûne û wiha domand: “Lê niha YBŞ’ê baweriyek daye gel. Ji ber YBŞ ji hêza parastinê ya ji zarokên wan pêktêye. Roja ku çeteyên DAIŞ’ê ser Şengalê qirkirin kirin YBŞ’ê dest bi xebatên xwe kiriye. Bila êdî gelê Êzidî rehtbin. Yezidxan, hêzên YBŞ û YPJ Şengal hatine avakirin û her roja diçe mezin dibin. YBŞ ya ku xwe bi xwe rêve dibe, hem perwerde û hem îdolojiya xwe weke sazumaniyekê avadike û şaxên xwe fireh dike.”


‘Heger çek bi jinên Êzidî hebana Şengal nediket’


Hêlîn bilêv kir ku gelê Êzidiyên bi hişmendiya “Jin nikarin gerilatiyê bikin, nikarin xwe biparêzin” êdî dîtin jin dikarin hêza xwe ya cewherî avabikin û wiha berdewam kir: “Ferman ser Êzidiyan hat kirin, heger çek di destê jinên Êzidî de habana Şengal nediket. Dê jinan xwe parastibana û 5 hezar jin nediketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber nebûna hêza parastina jinan 5 hezar jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û wan weke kole û cariye li bazaran difiroşin.”


‘Ji bo gelê me mizgînî! Me YPJ Şengal ava kir’


Hêlîn wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji bo gelê me mizgînî me YPJ Şengal avakir û emê hemû jinên Şengalê biparêzin. Di dîrokê de jî hêzek ya jinên kurd hebû. Dijmin, pergal û malbatê ser jinan tirsek daye çêkirin. Din ava civakê de rolek weke ‘Dê jin di hindirê malê de bimîne û mêr çî bêje dê wê bikin’ dane jinan. YPJ Şengal ev hişmendî şikand. Jinan da nîşan dan ku ew dikarin ax û gelê xwe biparêzin. YPJ Şengal tayîbet xwe birêxistin dikin. Rêveberiya me heye û em bi biriyarên xwe tevdigerin. Me din ava gel de hebûna xwe îlan kiriye. Divê êdî gelê me ji keçên xwe, dayîkên xwe û jinên hindirê mala xwe de bawer bikin. Bila bizanin ku êdî jin li vêderê hêzekin.”


‘Heger jin azad nebe dê nikarin xwe ji fermanan biparêzin’


Hêlîn wiha dibêje: “Heta din ava Şengalê de jin bi azadî nejîn dê Şengal jî azad nebe. Heger di Şengalê de jin azad nebe, her çendî Şengal azad bibe jî cardin dibe ku ser jinan ferman bê kirin. Jinên ji vêderê biçin diçin ku bila biçin ew cîh ji bo wan nabe weke axa wan. Heger jin dixwazin bi azadî bijîn tenê rêyek hey adi nava YPJ Şengal de ser vê erdnîgariyê ji bo pêşerojek azad bi hêza xwe ya cewherî jiyanek azad avakirine.”


‘Heger jin şer bike hêza deshilatiya mêran lewaz dibe’


Hêlîn anî ziman ku jinên kurd di Rojhilata Navîn de weke hêzekê derketine pêş û wiha dom kir: “Li Şengalê çekgirina jinan û ji bo parastina hêza cewherî şerkirin hem dijmin û hem jî konê biçuk yên naxwazin ji bibin hêz û parastina xwe bikin ditirsînin. Bi nêzîkatiyên weke ‘Heger jin çek dibe destê xwe û şer bike ve tê wateya lewazxistina deshilatiya me û êdî emê nikarin tuştekê bikin’ nêz dibin. Ji ber wê jî tundiya ser jinan zêde dikin. Êdî tundî û şidet bi çi awayî dibe bila bibe emê weke jinên Êzidî li hember derkevin û serî hildin.”


‘Em kesê bi zorê nagirin ji ber azadî bi zorê pêşnakeve’


Hêlîn derbirî ku fermana dawiyê ya ser Êzidiyan hatî kirin fermana herî giranbû û wiha pêde çu: “Ji fermana niha ya jin di destê DAIŞ’ê de tên tecawîzkirin û şidetê dibînin girantir ferman nîne. Niha me azadin, lê azadî bi jinên tevlî YPJ Şengal bûne tenê nebese. Heta jinek Êzidî li ku dibe bila bibe azad nebe dê Şengal azad nebe. Hinek derdoran gotinên weke ‘Jinên nava YBŞ’ê de jî revandine’ gotine lê tuştek wiha nîne. Yên j ime bawer nakin dikarin bên ji gel me binêrin. Em li Xanesora Şengalê ne. Em kesê bi zorê nagirin, ji xwe azadî bi zorê pêşnakeve. Em ji bo ser erdnîngariyekê jiyan kirinê kesê nadin zorê. Ji bo beşdarbûna YBŞ’ê hiş û dil tê xwestin, ji bo beşdarbûnê divê her du bibin yek. Yên vê jiyan hilbijêrin ji xwe dê azad jî bibin.”


‘Werin beşdarî hêza azadiyê bibin’


Hêlîn di dawiya axaftina xwe de ji bo azadiya jinên Êzidî banga tevlîbûna nava refên YPJ Şengal kir û wiha got: “Werin beşdarî vîn, hêz û azadiya jinan bibin. Êdî hêzek ya me jinên Êzidî heye. Niha jinên beşdarî YPJ Şengal bûne mildane milê hev û şer dikin. Heya em 5 hezar jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê dernexin ji bom e xwarin, vexarin, jiyan nîne û emê serê xwe bi rehetî nedanin ser balgiyekê. Hege Şengal azad bibe jî dê her dem hêza me ya YPJ Şengal berdewam be. Bila êdî gelê mey ê Êzidî rehetbe. Çî dibe bila bibe dê ev fermana dawiyê ya ser gelê mey ê Êzidî be. Emê weke hêzên YBŞ û YPJ Şengal dawî li van fermanan bînin. Bila keç û xortên me yên ciwha heya dayîkên me yên destê wan çek digire bên çekê bigirin û parastina Şengalê bikin. Ji bo azadiya Şengalê bila destê xwe bidin desêt me. Êdî YBŞ û YPJ Şengal hêza parastina Şengalê ye.”


 


 (zt)