Ji komeleya elewiya û welatiyên Elmanyayê ji bo Kobaniyan alîkarî
10:51
JINHA
RIHA - Komeleya Çanda Elewiyan, Dêra Rocelf Zell, şêniyên bajarên Bodens, Konstanz û Wannermesmer Stîftang di navbera xwe de barê TIR û kamyonekê cil û bergê zarokan, pêlav, pêlîstok û kursiya ji bo welatiyên astengdaran, şandin Pirsûsê.
Li Pirsûsê ji bo welatiyên ji Kobanê hatine, nêzî 4 meh in bi ruhê seferberiyê xebat tên kirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava ya ji bo welatiyên Kobanê koçber bûne û hatine Pirsûsê xebatên xwe didomîne. Alîkariyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê tên bi awayekî rêk û pêk û organîze tên belav kirin. Ji Almanyayê jî îro ji aliyê Komeleya Çanda Elewiyan, Dêra Rocelf Zell, şêniyên bajarên Almanyayê yên Bodens, Konstanz û Wannermesmer Stîftang di navbera xwe de barê TIR û kamyonekê cil û bergê zarokan, pêlav, pêlîstok û kursiya ji bo welatiyên astengdar şandin Pirsûsê.
Nûnera Amed-Berlîn Almanyayê Zarîfe Ozbeklî diyar kir ku ji bo welatiyên Kobanê heta ji destê wan bê wê bikevin nava hewldanan û destnîşan kir ku heta Kobanê rizgar nebe rawestandin ji wan re tune ye. Zarîfe bi lêv kir ku divê ev alîkarî bênavber bidome û di serî de pêdiviyên zarokan bên pêşwazî kirin.
Piştî ku alîkarî radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava hat kirin û di depoya Şaredariya Pirsûsê hat bi cih kirin.
(kom/zt)

