Li herêma navberê di wesayîtan de jiyana bi zorê

11:20

 


JINHA


KOBANÊ - Bi sedan welatiyên li rojavayê Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li herêma navber a li hemberî gundê TilŞêîr bi cih bûn ligel hewayê sar têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên Kobanê yên li herêma navber gelek caran rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên tirk hatin û ji qaseyên kamyonan ji xwe re "mal" çêkirin û ligel hemû şertên zor jiyana xwe didomînin.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin gelek welatiyan Kobanê ji ber xetera komkujiyê cihê û warên xwe terk kirin. Welatiyên Kobanê yên li herêma navber a li hemberî gundê TilŞeîrê bi cih bûn di nava şertên nebaş de 4 mehin têkoşîna jiyanê didin. Li gorî nûçeya rojnameger Çagdaş Kaplan û Mehmet Zekî Çîçek welatiyên Kobanê hin caran rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û hin caran jî rastî êrîşên leşkerên tirk hatin. Welatiyên li herêmê dimînin hinek ligel hemû zext û zordariyan li cem wesayîtên xwe man û neçûn hinek jî derbasî aliyê Pirsûsê bûn û wesayîtên xwe emanetî xizmên xwe kirin.

Kobaniyên li vê herêma navberê, qaseyên qemyon û traktoran bi muşembe yan jî betaniyan girtine û bi vî rengî ji xwe re cihekî lê bi şev razên çêkirine. Hin ji Kobaniyên li vê derê, li dora agirê dadane, li ser pêşeroja bajarê xwe diaxivin, hin jê jî mihên bi xwe re anîne diçêrînin, hin jê paqijiyê dikin û ji bo tedarikkirina pêwîstiyên jiyana rojane di nava hewldanan de ne. Zarok jî, di her şert û mercî de, çi dibe bila bibe, li ku dibin bila bibin, bi rûkeniya xwe, ji xwe re dilîzin.

Malên ji qaseyên qemyonan

Zelîha Elî ku ji ber bêderfetiyê, qaseya qemyonetekê bi muşembeyê girtiye û ji xwe re kiriye 'mal', li dû êrîşa çeteyan ji gundê Tahlîkê bi hevser, kur û bûka xwe li herêma navberê ya li pêşberî gundê Til Şeîrê bicih bûye. Ji bo xaka xwe neterikîne neçûne Pirsûsê. Niha jî li 'mala' xwe ya li qaseya qemyonetê, di nava sar û sermayê de hewl didin bijîn. Elî diyar dike ku xwarin ji wan re bi awayekî rêk û pêk ji Komîteya Alîkariyê ya Kantona Kobanê tê. Lê belê ji ber nexweşiya şekir a li hevserê wê giran bûye, gelek pirsgirêkan dijîn. Hevserê Zelîha Elî Şerîf tîne ziman ku ji ber bêderfetiyê nikare xwarina li gorî diyetê peyda bike, lewma di lingên wî de birîn xwe dane der, lê tevî vê yekê jî li herêma navberê ji bo jiyanê li ber xwe didin.

Li herêma navberê jî rastî êrîşên DAIŞ'ê hatin

Bekîrî Mûhammed jî bi xizmên xwe re li pêş wesayîtên xwe agir dadaye û hewl didin xwe germ bikin. Wî jî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Xizînê koç kiriye, lê Kobanê neterikandiye û bi malbata xwe re li herêma navberê ya li ser sînor bicih bûye. Bekîrî tîne ziman ku li herêma navberê jî çete êrîşî wan dikin û di nava 4 mehan de çeteyan gelek caran bi dehan topên hawanê avêtine wan. Bekîrî ragihand ku ji ber êrîşa topa hawanê ya çeteyan birayekî wî bi giranî birîndar bûye û niha li Tirkiyeyê tê dermankirin. Bekîrî da xuyakirin ku serma bandoreke giran li wan dike, lê tevî vê jî ew bi biryar in ku xaka xwe neterikînin.

Pirsgirêka herî mezin germkirin e

Mehmûd Elî yê ji gundê Mişko koç kiriye û li herêma navberê bicih bûye, ji ber mazota ji bo xwe germkirinê tê bikaranîn nemaye, êzingan li ber wesayîta zarokên wî lê ne, kom dike. Mehmûd da zanîn ku piraniya pêwîstiyên wan, tevî derfetên kêm jî ji aliyê Kantona Kobanê ve tên dayîn, lê belê ji aliyê mazot û êzingan ve pirsgirêk hene û wiha got: "Bila heval sax bin, pêwîstiya me ya xwarinê tedarik dikin. Ji ber ku gelekî sar e, zarok bi şev perîşan dibin. Em jî ji neçarî darên li derdorê dibirin, agir pê dadin û xwe germ dikin. Lanet li DAIŞ a bi navê Misilmantiyê hovîtiyê dike, bê."

Ji zarokên Til Şeîrê Sadûn jî alîkariyê dide bavê xwe ku êzingan berhev dike. Ew jî balê dikşîne ser pirsgirêka sermayê û dibêje, "Ji ber ku gelekî sar e em êzingan dişkînin. Ji ber ku bi şev gelekî sar e, gelek caran em heta sibehê li ber êgir rûdinên." Ji jinên ciwan ên kedar Medya Şêx jî li aliyekî li ser êgir avê germ dike, li aliyê din jî kincên xwişk-birayên xwe dişo. Tîne ziman ku ew avê ji depoyên li Kobanê tînin. Şêx a 4 meh in li herêma navberê hewl dide jiyana xwe dewam bike, bi bawer e ku Kobanê wê ji çeteyan paqij bibe û ew ê li gundê xwe bi awayekî azad bijîn.

(zt)